Tirkiye: Me ti soz nedaye Amerîka da ku êdî li Sûriyê operasyonên serbazî nekin

Tirkiye: Me ti soz nedaye Amerîka da ku êdî li Sûriyê operasyonên serbazî nekin

Berdevkê Erdogan dibêje, wan ti soz nedane Amerîka da ku êdî li dijî Rojavayê Kurdistanê operasyon û êrişên serbazî nekin!

A+A-

Berdevkê serkomarê Tirkiyê, Îbrahîm Kalin ragihand, xalek di her du rêkeftinên Tirkiyê yên bi Rûsya û Amerîka re heye, ew jî ew ku mafê Tirkiyê heye li dijî her êrîşeke terorîstî berevaniyê li xwe bike. 

Kalin her wiha got: “Ew xal maf dide Tirkiyê, berevaniyê li xwe bike û destêwerdanê di navçeyê de bike, dema xak, leşker yan karmendên wê yên li ser xaka Sûriyê, rastî êrîşan bên.

Berdevkê Erdogan tekez kir jî, heger berjewendiyên wan bên armanckirin, dibe ku Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî li Sûriyê berfireh bike.

Wî berpirsê tirk red jî kir ku wan ti soz û garantiyek dabin nûnerê Amerîka yê karûbarên Sûriyê James Jeffrey, ta ku ti operasyonên din ên leşkerî li Sûriyê nekin.

Roja 2ê Îlona borî, James Jeffrey sardana Rojavayê Kurdistanê kiribû û bi aliyên siyasî û HSDê re civiyabû. Rojnameya “Şerq El Ewset” çapa Londonî jî li ser zarê Berdevka PYDê Sema Begdaş ragihandibû, James Jeffrey garantî daye kurdên Sûriyê ku êdî Tirkiye êrişî wan nake.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin