'The Phantom' bû mêvanê Zrîngê

'The Phantom' bû mêvanê Zrîngê

Zrîng bi kurmancî û kirmanckî wekî du kovarên cuda mehê carek derdikeve. Di hejmara xwe ya nû de dîsa gelek xêz û çîrokên cuda hene. Ji xêzkaran Erceren di xêza xwe de meseleya Franz Kafka li kurdan anîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Kovara xezan a bi kurdî Zrîng bi hejmara xwe ya 5'an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê vê hejmarê xêza "The Phantom" derxistîye bergê. "The Phantom" ku di 17'ê reşemîya 1936'an de ji alîyê Lee Falk ve ji bo rojnameyê wekî strîpî amade kiribe û ji wê rojê de ji vê gelek fîlm hatibû kişandin. Kovarê niha ew bir ser Nemrûdê û jê berga kovarê derxist.

Zrîng bi kurmancî û kirmanckî wekî du kovarên cuda mehê carek derdikeve. Di hejmara xwe ya nû de dîsa gelek xêz û çîrokên cuda hene. Ji xêzkaran Erceren di xêza xwe de meseleya Franz Kafka li kurdan anîye. Kafka ku cihû bû û loma jê nedihat hez kirin, pêre jî rastî pirsa "Tu cihû yî?" dihat, ji bo kurdan xêz kirîye û pirsa "Tu kurd î?" kirîye. Bi vê yekê bal kişandîye ser helwestên xirab ên li ser kurdan.

Dogan Guzel "Qirix", "Eşref Mumcu "Tirşik", Îmam Cîcî "Zarokên Nemrûd", Enden Ozkahraman "Kefaret" xêzkirîye.

Kovar li Tirkîyeyê li bayîyên rojnameyan dikare bê peydakirin. Her wiha li Alman,a Swîsre, Parîs û Londonê jî tê belavkirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin