"Termên 78 çekdarên Sûrî ji Azerbaycanê veguhestine Sûriyê"

"Termên 78 çekdarên Sûrî ji Azerbaycanê veguhestine Sûriyê"

"Termên 78 çekdarên Sûrî ji Azerbaycanê veguhestine Sûriyê"

A+A-

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku  termên bi dehan çekdarên opozisyona Sûriyê yên ku di şerê Qerebaxê de hatine kuştin veguhastine Sûriyê.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, heta niha termên 78 çekdarên Sûrî ji Azerbeycanê bo Sûriyê hatine veguhastin û termên gelek çekdaran jî winda ne.

Rewangehê amaje bi wê yekê jî kiriye ku hejmara kuştiyên çekdarên Sûrî li Azerbeycanê gihaye 119 çekdaran.

Herwiha Rewangeha Sûrî destnîşan kiriye; Tirkiye niha amadekariyên veguhestina 400 çekdarên din jî dike.

Berî niha Rewangehê belav kiribû, ku hejmara çekdarên opozisyona Sûriyê yên ku gihane Azerbeycanê gihiştiye 1.450 çekdaran.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin