Swêd:Pirtûkxaneya Kurdî 20 salîya xwe pîroz kir

Swêd:Pirtûkxaneya Kurdî 20 salîya xwe pîroz kir

Li Stockholma Swêdê Pirtûkxaneya Kurdî di 10ê Mijdarê de 20 salîya xwe pîroz kir.

A+A-

Li Stockholma Swêdê Pirtûkxaneya Kurdî di 10ê Mijdarê de 20 salîya xwe pîroz kir. Kitêbxaneya Kurdî di 10ê Cotmeha 1997ê de di çerçeweya projeyekê de ji alîyê Nedîm Dagdeviren re hatibû damezirandin û ji alîyê Wezîra wê demê ya Kulturê ya Swêdê Marita Ulvskog hatibû vekirin.

23379906_753719648156496_6503873763986639736_n.jpg23319380_753719611489833_7784325331819137541_n.jpg

Pîrozbayî bi axaftina Midûrê Kitêbxanê Newzad Hirorî dest pêkir. Hirorî di axaftina xwe de bahsa xebata xwe û rewşa kitêbxaneyê kir ku aborîya wê nebaş e. Şevaheng bi stran û helbestan berdawam kir û dostên kurdan jî di şevahengê de bêşdar bûn û axifin.

Pirtûkxaneya Kurdî zêdetir 15 hezar pirûkên bi hemû zaravayên kurdî û bi 20 zimanê biyanî ku li ser kurdan e di xwe de dihewîne.

Her wiha Pirtûkxane, bi çalakiyên çandî, dîrokî û edebî yên heftane kurdan û dostên wan ên li Swêdê digihîne hev.
Evîn T.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin