SOHR: 850 çekdarên opozîsyona Sûriyê li Azerbaycanê ne

SOHR: 850 çekdarên opozîsyona Sûriyê li Azerbaycanê ne

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) aşkere kiriye heta niha 850 çekdarên opozîsyona Sûriyê derbasî Azerbaycanê bûne û li dijî Ermenistanê şer dikin.

A+A-

Di raportekê de SOHRê daye zanîn karwanekî din ê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tiriyê ne ku jimara wan ji 530 çekdaran pêk tê gihiştine Azerbaycanê.

Her di wê daxuyaniyê de red dike ku 4 hezar çekdarên Sûriyê yên ser bi Tirkiyê derbasî Azerbayucanê bûbin û aşkere dike heta niha jimara çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê li Azerbaycanê bûye 850 çekdar û tê çaverêkirin jimareyeke din a çekdaran bo Azerbaycanê bê şandin.

SOHRê amaje bi wê yekê jî kiriye Tirkiye wan çekdarên tirkmenên Sûriyê bi bahaneya parastina kêlgehên neftê yên Azerbaycanê dibe Azerbaycanê û wan li dijî şerê Azerbaycan û Ermenistanê dide şer kirin. Herwiiha heta niha 3 çekdarên opozîsyona Sûriyê jî di wî şerî de hatine kuştin.

Roja yekşemê 27.09.2020an şerê Ermenistan û Azerbaycanê li ser herêma Qerebaxê dest pê kir û şer berdewam dike. Ji salên 1990î Azerbaycan û Ermenistan şer li ser herêma Qerebaxê dikin û weke herêmeke nakok di navbera herdu aliyan de tê zanîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin