Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê

Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê

Siyasetmedarên HDP’yî yên di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatin binçavkirin ji Miduriyeta Polîsan a Enqereyê birin edliyê. 

A+A-

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de li dijî rêveber û parlamenterên HDP’ê yên berê de oprasyona dabû destpêkirin û 20 siyasetmedar di 25’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. Îfadeyên li emniyetê temam bûn û siyasetmedar ji bo îfade bidin dozgeriyê birin Edliya Enqereyê. 

Li hundir û li derdora edliyê polîsan barîkatan danîn. Gelek parlamenterên HDP’ê û parêzer li dozgeriyê amade ne. 

Tê payîn îfadeyên siyasetmedaran bê girtin. 

Navên siyasetmedarên di binçavan de wiha ne: 

Hevaşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen (Qers), Endamê MYK’a HDP’ê yê niha Alp Altinors (Enqere), Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yên HDP’ê Nazmi Gur (Enqere), Parlamenterê HDP’ê yê Amedê yê berê Altan Tan (Amed), Parlamentera HDP’ê ya Êlihê ya berê Ayla Akat Aka (Amed), Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê û parlamentera berê Emîne Ayna (Amed), Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder (Stenbol), endamên MYK’a HDP’ê yên berê Bîrcan Yorulmaz (Stenbol), Gulfer Akkaya (Stenbol), Berfîn Ozgu Kose (Stenbol), Dîlek Yagli (Stenbolê), Can Memîş (Stenbol), Gunay Kubilay (Stenbol), Bulent Parmaksiz (Stenbol), Zekî Çelîk (Hesabgirê Giştî - Balikesîr), Pervîn Odûncû (Îzmîr), Îsmaîl Şengun (Stenbol), Alî Urkut (Amed), Cîhan Erdal (Stenbol) û Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun (Stenbol).

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin