Siyasetmedar Kemal Ebdî koça dawî kir

Siyasetmedar Kemal Ebdî koça dawî kir

.

A+A-

Siyasetmedarê kurd ê ji herêma Efrînê ya rojavayê Kurdistanê Kemal Ebdî koça dawî kir.

Siyasetmedar Kemal Ebdî ku yek ji kesên destpêkê bû di sala 1957an de bi awayekî fermî tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûbû, îro 17ê Mijdara 2020an de koça dawî kir.

Kemal Ebdî di sala 1932an de li gundê Gazê yê ser bi herêma Efrînê ya rojavayê Kurdistanê jidayîk bû.

Ebdî di sala 1961ê de li herêma Efrînê yek ji wan kesan bû ku agirê Newrozê vêxistibû.

Siyasetmedar Kemal Ebdî di sala 1964an de ligel 84 endamên partiyê ku Dr. Nuredîn Zaza û sekreterê partiyê Osman Sebrî jî di nav wan de bûn, hatibû zindanîkirin.

Kemal Ebdî bi dirêjahiya temenê xwe her dem xizmeta gelê xwe kir û ji bo doza Kurd xebat kir

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin