Siûd Mela: ENKS ji bo bicihkirina mafên kurdan hemû hewlan dide

Siûd Mela: ENKS ji bo bicihkirina mafên kurdan hemû hewlan dide

.

A+A-

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) pirsa danûstandinên Kurdî – Kurdî û çend pirsên din ên girîng gotûbêj kirin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Siûd Mela li bajarê Qamişlo civiya.

Li gor zanyariyên Kurdıstan24ê ENKSê di civînê de pirsên danûstandinên Kurdî – Kurdî, Komîta Destûra Sûriyê, karê ENKSê di nava Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) û karê ENKSê di nava Eniya Aştî û Azadiyê de gotûbêj kirin.

Di derbarê pirsa Komîta Destûra Sûriyê de, Serokê ENKSê Siûd Mela ji K24ê re ragihand, divê fişar li rêjîma Sûriyê bê kirin, da ku bi cidî tevlî mijara danîna destûra Sûriyê bibe.

Herwiha Mela tekez kir, divê Sûriyeya pêşerojê, Sûriyayeke demokratîk, perlemanî û firehalî be û mafên pêkhateyên Sûriyê û di nava wê de mafên kurdan di nava destûra bê de parastî be.

Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê (Covid-19) li Rojavayê Kurdistanê, demek e Emîndariya Giştî ya ENKSê civînên xwe girê nedabûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin