Keda 50 salan û hevgirtina Êzdîtiyê: Yekitiya 81 Saziyan ya ji bo Parastina Axa Bacinê

Di felsefeya pîroz a Êzdîtiyê de, ax û xweza ne tenê erdên ji rêzê ne; ew mîna pakiya kaniyên pîroz û ronahiya Tawisî Melek, bingeha hebûn, dîrok û baweriya me ne. Dema ku min wekî nivîskarê yekemîn pênûsa xwe li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Tavê (GES) ya li mer’a gundê Bacinê rakir, min dizanibû ku ez ne tenê axekê, lê belê nexşeya rûmet û felsefeya Êzdîtiyê ya ku bi sedsalan e paqiz hatiye parastin, diparêzim.
Ez wekî nivîskar û lêkolînerekî Êzdî, îro pir dilxweş im ku, 81 Komele û Saziyên Êzidiyan*2 ji bo parastin û xwedîlêderketina Êzdîtiyê hevkariyeke dîrokî pêkanîn û li banga min*1 xwedî derketin. Ev hevgirtina pîroz îspat dike ku dema mijar bibe hebûna me, ruhê yekitiyê yê Êzdîtiyê mîna ava zelal paqiz, şiyar û xurt e.
Goristan, Ziyaret û Cihên Pîroz
Ew erdên ku îro li derdora gundê Bacinê, Midyadê û gundên Êzdiyan yên dinê ku, panelên rojê li ser tên plankirin, ji bo me ne herêmên vala ne. Ew der:
• Şûnwarên Pîroz in: Warên ku Goristan, Ziyaret û Cihên Pîroz ên sedsalan di hembêza xwe de diparêzin.
• Nasnameya Me Ne: Cihên ku bîranîn, duha û hêstirên bav û kalan pê hatine strandin û pakiya baweriya me nîşan didin.
• Emanetên Xwedayî ne: Her xerabkirina li van deran, birîndarkirina rûmet û dîroka civakekê ye.
Xwedîderketina li Axê û Mîrasê
Ev berxwedan û yekitiya li dijî projeya GES'ê rênîşanderek e ji bo parastina tevahiya warên me. Xwedîderketina li Mîrasê: Parastina gundên mîna Bacinê, Midyadê û hemû gundên Êzdiyan yên li tevaya Kurdistanê, erka herî pêşîn a parastina dîrokî ya Êzdîtiyê ye.
Heke em îro xwedî li Bacinê dernekevin, em nikarin sibê xak û mîrasê kal û pîrên xwe li tu deverî biparêzin. Ji ber vê yekê, ev gava 81 saziyan parastina sînorên çand û dîroka me ya li seranserî axê ye.
Em nahêlin ku rûmeta sedsalan, keda kal û pîrên me û pakiya baweriya me ya bi xwezayê re di bin panelên sar de winda bibe. Hêvî dikim, ev yekitiya 81 Komele û Saziyên Êzidiyan ya dîrokî mîna ronahiya rojê rûmeta Êzdiyatiya me hîn geştir bike.
Bi parastina pakiya Êzdîtiyê û yekitiya saziyan, ber bi pêşerojeke azad û xwedî mîras ve!
Ji Aliyê: Kemal Tolan (Nivîskar û Lêkolînerê Êzdî)
Çavkanî :


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin