Gelo Pêşmerge dê tevlî artêşa Îraqê bibin?

Gelo Pêşmerge dê tevlî artêşa Îraqê bibin?

.

A+A-

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî mekanîzmaya taybet a bicihanîna destpêşxeriya Muqteda Sedir gotûbêj dike da ku Seraya Selamê tev li hêzên ewlehiyê yên Îraqê bike.

Berpirsekî bilind ê Wezareta Pêşmerge jî diyar kir ku heta niha di vî warî de tiştek ji wan re nehatiye gotin.

Wî berpirsî da zanîn ku Pêşmerge hêzeke fermî û naskirî ye û got, "Eger were behskirin jî, divê bi qanûnê be, ne bi dan û standinan."

Ofîsa Ragihandinê ya Elî Falih Zeydî îro daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî şandeyeke nûnerên Rêberê Tevgera Niştimanî ya Şîe Muqteda Sedir qebûl kiriye.

Civîn bi amadebûna Alîkarê Fermandarê Operasyonên Hevbeş û Sekreterê Taybet ê Serokwezîr pêk hat.

Mekanîzmaya tevlîkirina Seraya Selamê

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de mekanîzmaya taybet a cîbicîkirina destpêşxeriya Muqteda Sedr hatiye danîn.

Ev destpêşxerî tevlîkirina Seraya Selamê ya bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê û radestkirina çekan a ji bo dewletê li xwe digire.

Her wiha ji bo vê mebestê komîteyeke taybet hatiye avakirin.

Di heman civînê de Serokwezîrê Îraqê careke din pesnê wê helwesta Muqteda Sedir da û ev gav wekî "helwesteke niştimanî" pênase kir.

Serokê Tevgera Niştimanî ya Şîe Muqteda Sedir 27ê Gulana 2026an, koma çekdar a Seraya Selamê ji tevgera xwe qut kir.

Sedir ev gav avêt da ku ew kom bi temamî bibe beşek ji dewletê.

Seraya Selamê komeke çekdar a girêdayî Tevgera Niştimanî ya Şîe ye û beşek ji Desteya Heşdî Şabiyê ye.

Piraniya hêzên vê komê li qezaya Samerayê ne ku mezargehên hinek îmamên Şîeyan li wir in.

Piştî sala 2014an koma Seraya Selamê bû beşek ji wan hêzên ku beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûn.

Tevlîkirina komên din û plana hikûmetê

Serokê Tevgera Niştimanî ya Eşîran Ebdurehman Cezayîrî ku di heman demê de berpirsekî bilind ê Heşdî Şabiyê ye, ji Rûdawê re daxuyanî da.

 

Cezayîrî li ser gavê got, "Ev karê Seraya Selamê destpêşxeriyek e da ku ji komên çekdar ên din re jî derfetek çêbibe.

Bernameya Serokwezîrê Îraqê niha hewldana kontrolkirina çekan e, ne bêçekkirin e.

Ev plan bi taybetî ji bo wan komên ku tev li siyasetê nebûne, wekî Koma Nucebayê ye."

Ebdurehman Cezayîrî daxuyand ku ji bo dabeşkirina koman projeyeke Wezareta Ewlehiya Niştimanî heye û wiha axivî:

"Di Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de komîteyek hatiye avakirin ku ez jî yek ji endamên wê komîteyê me.

Di vê komîteyê de hemû rêkarên dabeşkirina koman tên gotûbêjkirin.

Ev kom dê li ser Hêzên Dijeterorê û Bersivdana Bilez ên ser bi Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ve werin dabeşkirin."

Gelo dê Pêşmerge tev li artêşa Îraqê bibe?

Wî serkirdeyê Heşdî Şabiyê her wiha da zanîn ku dê li ser dosyeya Pêşmergeyan jî hevdîtin bên kirin û pê de çû:

"Di du rojên pêşiya me de hêzên ewlehiyê yên Îraq û Kurdistanê dê derbarê dosyeya Pêşmergeyan bicivin.

Ew dê li ser rêkarên wê yekê bixebitin ku hêzên Pêşmergeyan jî tev li Hêzên Bersivdana Bilez û Dijeterorê bibin."

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Lîwa Bextiyar Mihemed li ser van gotegotan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Lîwa Bextiyar Mihemed got, "Heta niha di vî warî de tiştekî fermî negihiştiye me" û anî zimên:

"Eger ev yek were kirin jî divê destpêkê parlamento û hikûmet agahdar bin.

Divê bi rêya wan pêdaçûna qanûnan were gotûbêjkirin û bi pisporên qanûnê re dan û standin werin kirin.

Ev mijar bi qanûnê tê kirin, ne bi dan û standin û rûniştinan."

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir:

"Hêza Pêşmergeyan hêzeke fermî û rewa ye. Her wiha ji aliyê Parlamentoya Îraqê ve jî hatiye naskirin."

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin