
Çarenivîsa YPJyê dê li Sûriyeyê çawa be?
.
Şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) yên ku bîranînên wan bi dengê guleyan û serkeftinên dîrokî dagirtî ne, niha bi rûyê sar ê dîplomasiyê re rûbirû ne.
Di demekê de ku HSD tevlî artêşa Sûriyeyê dibe, hikûmeta demkî tenê 'polîsbûnê' ji bo jinên Kurd guncav dibîne
Stêrk Cûdî di dema şerê li dijî DAIŞê de şervaneke qenasbidest û jêhatî bû.
Ew îro li bîranînên wan rojan dinêre lê niha mijara man û nemana hêza wê di rojevê de ye.
Li gorî hinek amaran, ji sedî 35ê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jin in.
Tevî ku li ser tevlîbûna HSDyê ya ji bo nava Artêşa Ereban a Sûriyeyê (bi lîwayek û sê firqeyan) lihevkirin heye jî hikûmeta demkî ya li Şamê tevlîbûna jinan a ji bo artêşê qebûl nake.
“YPJ dê her bimîne”
Şervana YPJyê Stêrk Cûdî derbarê rewşa dawî û nîqaşên li ser paşeroja hêza wan de ji Rûdawê re axivî.
Stêrk Cûdiyê diyar kir ku ew ne aşiqên şer in û got, “Em ti carî şerê kesên ku şerê me nekin, nakin.
Eger êrişî me neyê kirin em şer nakin. Heta niha dan û standin didomin lê YPJ dê her bimîne.
Dema ku zarokekî biçûk li dewletekê dikeve nav bîrê hemû cîhan tê deng. Lê dema Kurd xwîna wan diherike kes deng nake.”
YPJ sala 2015an li Rojavayê Kurdistanê wekî hêzeke parastina jinan û welat hat damezirandin.
Stêrk Cûdiyê şerên dawî yên li Dêr Hafir, Reqa, Tebqa û Şedadê wekî “xiyaneteke mezin” pênase kirin û got divê hesabê vê yekê were dayîn.
Şam jinan di nava artêşê de naxwaze
Hikûmeta li Şamê hewl dide şervanên Kurd ên jin bi rêya “Kolêja Polîsan a Jinan” qanih bike.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê 14ê Adara borî vekirina Akademiya Polîsan a Jinan ragihand û bi dehan jin tevlî wê kirin.
Lê belê fermandariya YPJyê ev pêşniyar qebûl nekir.
Fermandariya YPJyê 1ê Gulanê serdana Wezareta Parastinê kir û bi Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra re civiya.
Di wê civînê de YPJyê daxwaza Şamê ya ji bo “polîsbûna jinan” red kir.
“Mijar qebûlkirina Kurdan e”
Stêrk Cûdiyê bal kişand ser parastina nasname û zimanê Kurdî û wiha pê de çû:
“Ez gelekî ji çekan hez dikim û ez di nîşandanê de jîr im. Ez mecbûr im parastina xwe bikim.
Eger kesek êrişî min neke, ez êrişî kesekî nakim. Dibe ku çeka min di destê min de nebe lê dê di mejiyê min de her hebe.
Divê em xwedî li mafên xwe û Kurdayetiya xwe derkevin. Zimanê me heye û em mecbûr in parastina zimanê xwe bikin.”
Li gorî vê şervana YPJyê, pirsgirêk ne tenê qebûlkirin an neqebûlkirina jinan e. Stêrk Cûdiyê tekez kir ku "mijar bi bingehîn qebûlkirina Kurdan e."
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin