
Bloomberg: Li Kuweytê ji ber ketina parçeyên mûşeka Îranê çend Amerîkayî birîndar bûn
.
Li gorî rapora Bloombergê ya Amerîkayî ya Îro, di 24 demjimêrên borî de li Kuweytê parçeyên mûşekeke balîstîk a Îranê li baregeheke asmanî ketine.
Ji ber vê yekê çend Amerîkî birîndar bûn û xisareke mezin gihîşt 2 dronên êrişê yên ji cureyê MQ-9 Reaperê.
Ev yek di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser peymanekê dixebite da ku agirbesta nazik a di navbera wan de dirêj bike.
Li gorî çavkaniyeke agahdar ku nexwestiye navê wî eşkere bibe, pergala parastina asmanî ya Kuweytê mûşekeke Îranê ya ji cureyê Fateh-110 têk biriye.
Lê bermayiyên mûşekê ketine xwarê û li Baregeha Asmanî ya Elî Salim ketine.
5 Amerîkî birîndar bûn
Çavkaniyê diyar kir ku ji ber bûyerê 5 Amerîkî bi sivikî birîndar bûne ku ji peymanker û leşkeran pêk tên.
Her wiha droneke ji cureyê Reaperê bi temamî têk çûye û xisareke mezin gihîştiye droneke din jî.
Lêçûna çêkirina her yek ji van dronan nêzîkî 30 milyon dolarî ye.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) heta niha li ser bûyerê ti daxuyaniya fermî nedaye.
Hewlên ji bo peymanê
Ev êriş di demekê de ye ku Amerîka ji bo dirêjkirina agirbesta ku ji meha Nîsanê ve hatiye ragihandin, li ser peymanekê dixebite.
Tevî agrbestê jî êrişên her du aliyan ên li ser hev didomin.
Donald Trump roja înê li ser torên civakî ragihand ku ew amade ye li ser peymaneke destpêkî "biryara dawî" bide.
Lê li gor berpirsekî Koşka Spî, civîna Trump a roja înê ya li Jûra Krîzan 2 demjimêran ajotiye.
Ew civîn bêyî ku Trump biryarekê eşkere bike bi dawî bûye.
Çekên Amerîkayê kêm dibin
Bloomberg balê dikişîne ser wê yekê ku şerê Îranê bûye sedema kêmbûneke bilez a çek û cebilxaneyên giranbiha yên Amerîkayê.
Di nav wan de mûşekên krûz ên ji cureyê JASSM-ER û Tomahawk, her wiha mûşekên parastina asmanî yên wekî THAAD, Patriot û SM-3 Block IIA hene.
Li gorî rapora herî nû ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), zanyarî li ser xisarên "Operasyona Xezeba Destanî" hatin dayîn ku navê şerê Amerîkayê yê li dijî Îranê ye.
Li gorî raporê heta niha 14 Amerîkî mirine û 409 kes jî birîndar bûne.
Mûşeka Fateh-110
Li gorî zanyariyên Navenda Lêkolînên Navneteweyî û Stratejîk (CSIS), mûşeka Fateh-110 a Îranê mûşekeke balîstîk a kurtavêj e.
Ev mûşek dikare bi qasî 500 kîlograman teqemenî hilgire.
Ji destpêka şer ve anku ji 28ê Sibatê ve, Tehranê zêdetirî hezar û 850 mûşekên balîstîk avêtine armancên cihêreng ên li herêmê.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin