
Axaftina keça Eyup Alacabey, Nûjîn xanê, ya li ser gora bavê xwe
.
Bavê min insanekî welatparêz û șoreṣger bû. Ew hem rêber bû hem xwedîyê fikra azadîya kurd û Kurdistanê bû. Hemû jîyana xwe bexşî doza welatê xwe kiribû.
Ji zaroktîya min de tê bîra min ku ew demên dirêj an mahkûm an jî sirgûn bû.
Ji ber wê yekê, wexta em piștî 5 salan li Binxetê gihîștin hevdu û bi dû re çûn Swêdê, em di mala xwe de bûn xwedîyên jîngeheka kurdî û Kurdistanî û em her di wê jîngehê de mezin bûn.
Ez îro ji wî re dixwazim bibêjim, spas, spas ku ji bo te ji me re jîngeheka weha ava kir û em bi wê hişmendîyê û bi wê felsefeyê di wê jîngehê de mezin kirin.
Ez dixwazim herweha ji bo ciwanmêr û ciwanikên li vê goristanê civîyane jî bibêjim ku êșa ji ber wendabûna bavê me, eṣeka neragirbar e. Eger em îro li ser lingan in û li hember vê êșê dikarin xwe ragirin, divê bê zanîn ku ev yek bi saya meriv, dost û hevalên wekî we ne.
Em bawer dikin ku bavê me xwedîyê xewn û xeyal û îdealen pir baș bû. Em hevi dikin ku em nivșen nû, zarok û nevîyên wi dê wan îdealan bînin cî û xewn û xeyalên wî rast bigerînin. Bavê me bi xewn û xeyala Kurdistaneka azad û serbixwe çû. Em ê jî hewl bidin ku heta ku ji destê me bê, ji bo rastgerîna wê xewn û xeyala wî xebatê berdewam bikin.
Belki rojekê ev xewn û xeyal rast bigere û zarok û neviyên wî welatê xwe yê azad bi çavên xwe bibînin.
Em bi te re serbilind in bavo.
Oxir be ji te re.
Li diya me miqate te be.
Destê Yadê Hecîyê ji dêvla me maçî bike. Gava tu mehkûm bû, tê bîra min ku ew her digirîya û diqêrîya. Gava ez carinan di himbêza wê de radiketim jî ew her diqêrîya. Ew dengê wê hîn jî di guhên min de ye bavo.
Bavo, ez dixwazim du çarînan ji wê helbesta Qedrîcanê rehmetî ji te re bixwînim ku me gelek caran li malê ji te dibihîst û te pir jê hez dikir:
Dêrika Çayê Mazî
Welatê bav û kal e
Lê sed hawar û gazî
Jê dûr ketim çand sal e
Ez li wê hatim dinê
Wê dergûşê, hejandim
Heywax hey mala minê
Dijminan, jê revandim
…..


NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin