Şêx Abdusselam Barzanî II. Mîmarê Mala Kurdî yê Modern e! (IV)
Siddik Bozarslan
Biryarnameya Giştî (Navberneteweyî) jibo Mafên Heywanî
Di 15.10. 1978an da, yanî 75 sal piştî hewildanên Şêx Abdusselam Barzanî ku li herêma xwe mafên heywanan û xwezayê (tabîetê) jî parastîye; ”Biryarnameya Navberneteweyî jibo Mafên Heywanî” li ”Mala UNESCOyê ya Parisê” bi awayeke fermî (resmî) hatîye îlankirin ku ew ji 14 maddeyan pêk hatîye. Ez dixwazim ewil van 14 maddeyên ku di Biryarnameyê (Bildirge) da cî girtine, rêz bikim da ku xwendevan bi hêsayî bikaribin wan bi mafên mirovî û neteweyî ra muqayese bikin û wan ferqîyetan baştir bibînin. Ev 14 madde weha ne:
Madde 1:Tevayîya heywanan li pêşîya jîyanê wekhev dizên û xwedîyê mafê eynî hebûnê ne.
Madde 2:Tevayîya heywanan, xwedîyê wî mafî ne ku rêzgirtin jê ra were nîşandan. – Însan ku cureyeke heywên e, nikare heywanên dî tune bike, ew nikare vî mafî binpê bike û keda wan bixwe, wezîfedar e ku zanînên xwe têxe bin xizmeta wan.
Madde 3: Hewildaneke xirabî, bêînsafî û zulumkarî jibo tu heywanek nayê kirin.
Madde 4: Hemî heywanên nekedîkirî di derdorên xwe yên taybetî û xwezayîyê da, li ser erdê, hewayê an avê, xwedîyê mafê jîyanê û zayînê ne.
Madde 5: Hemî heywanên ku li gora urfadetan di hawirdorên însanan da dijîn, xwedî mafên azadîyê ne ku di nav mercên xwe yên taybetî da bijîn û zêdebûna cinsên xwe pêk bînin.
Madde 6: Hemî heywanên ku digel însanan hatibûn, xwedî mafê jîyana xwe ya ku li gora emirdirêjîya xwe ya normal bûne.
Madde 7: Hemî heywanên ku dixebitin, xwedîyê van mafan in ku wextên wan ên karkirinê (xebatê), divê were sînorkirin, xwarin û vexwarina wan jibo hêzbûyîna wan bi kêrhatî bin û wextên bêhnvedan û îstirihatê hebin.
Madde 8: Pêkanîna çêkirinên ceribandinan li ser heywanan ku êşên psikolojik û fizikî çêkin, ew li dijî mafên heywanî ne. Ceribandinên tibbî, ilmî, bazirganî û her cureyên dî jî, li dijî mafên heywanî ne.
Madde 9: Eger heywan jibo xwarinê hatibe xwedîkirin, divê li wan baş were nihêrtin, veguhêstin û jibo mirinê neyê tirsandin û êş neyê kêşandin.
Madde 10: Jibo kêfxweşbûna însên, ji heywanan fêde nayê wergirtin. -Nîşandanên ku ji heywên fêde bigrin û temaşekirina wan, li dijî heysîyeta heywên e.
Madde 11: Bê ku mecbûrîyet hebe, hewildanek jibo kuştina heywanek, li dijî jîyanê sucek e.
Madde 12: Hewildanên ku gelek heywanên kovî bikuje, ew li dijî mafê jîyanê suceke genocideyê ye – Encamê qirêjkirin û kavilkirina (şewitandin û tunekirina) hawirdorê xwezayê, digihîje genocideyê.
Madde 13: Pêwist e ji mirina heywên ra jî hurmet were nîşandan.
Madde 14: Li her welatî divê mafên heywanî jî wek mafên mirovî bi qanûnê were parastin. (16)
Kurdên ku bixwazin lîsteya mafên lawiran û mafên mirovî bi Sistemên Ankara, Tahran, Baxda û Şamê ra muqayese bikin, ew dê ferqîyetên mezin bibînin ku li nik van sisteman çu qedir û qîmeteke kurdan nîne. Lê jibo resma mezin were dîtin, bi destûra we xwendoxên xoşevîst û ruhê gorbihiştê Abdusselam Barzanî II., min van rêzên jêrîn raxist pêşîya we.
Ji vir 100-200 sal berê çawa ku dagirkeran eşîrên kurdan berahev didan, ewil bi rîya eşîrên mezin yên biçûk têk dibirin û bi vî awayî wan tek u tek qels dixistin û paşê jî eşîrên xurt ên serdest bi xwe jî ji holê radikirin. Lê îro jî heman dagirkerên welatê me, di şûna eşîran da îcar rêxistin û partîyan berahev didin û paşê jî tek u tek wan têk dibin. Heta van dewletan êdî qîma xwe bi wê jî naynin; bi qadir û çek û pere û her tiştên pêwist ew bixwe paramiliter rêxistin / partî didin çêkirin û bi rîya wan, parti û rêxistinên dî didin helandin û ji meydana sîyasetê didin tunekirin. Di vî derbarî da çêkirina PKK ji alîyê MÎT a tirkan ve numûneyek gelek balkêş e ku serekê wê Abdullah Öcalan bixwe, li xwe mikur bûye. Jibo van haydarîyên Öcalan, mirov dikare li kitêba wî ya bi navê ”Devrimin Dili ve Eylemi” binêre ku ew di nav rûpelên ”Serxwebûn”ê da jî hatîye weşandin.
Min li jor secereya Babikên Barzanîyan bi kurtayî raxist meydana sîyaseta kurdevîn û Kurdistanevînan da ku resma pêwist derkeve meydana sîyasetê ku rastî û şaşî, yanî rîya rast û şaş ji hev werin veqetandin. Lîsteya Babikên Barzan wek secere em dubare bikin: Mesûd, Saîd, Şêx Taceddîn, Şêx Mihemmed, Şêx Abdurrahman, Şêx Abdullah, Şêx Abdusselam I., Şêx Mihemmed, Şêx Abdusselam II., Şêx Ahmed, Mela Mistefa û Mesûd. Wek hûn dubare dibînin, navên 11 kesan wek lîste derketîye pêşîya me ku 8 ji wan leqebnavê Şêxîtîyê xebitandine. Bi vî awayî min xwest ku ferqîyeta diz û tolaz û canbaz û xwefiroşên Xançepeka Amedê û Alîgora Rihayê baş werin ronîkirin. 50-60 sal piştî şehadeta Abdusselam Barzanî, wan bêkok û bêeslan dikaribûne ”Serxwbûna Kurdistanê bavêjin ser sergûyê”, bi deh hezaran hevalên xwe yên rêxistinî qir bikin û Sistemên Hovîtî yên Ankara, Tahran, Baxda û Şamê ji xwe ra bikin qiblegeha kedîkirinê. Dîsa balkêş e ku di xala sereke ya programa PKK da hatîye nivîsîn ku parti û rêxistinên Kurdistanî yên dervayê wan, divê ji ortê werin rakirin. (17) Bi taybetî jî navê ”Eşîra Barzan” wek xaîn hatîye nivîsîn Yanî Ocalan û şefên wî yên Ankarayê dizanibûne wê çi binivîsîn û ji endam û piştgirên xwe ku divê ew bibe hedefa sereke ku li dijî şorişê ye û divê ji meydanê were rakirin. ra bikin hedefên dijminatîyê.
Wek me ji devê nivîskarê îslamîstê tirk Abdurrahman Dilipak di 16ê tebaxê 2025an da bihîst, Abdullah Ocalan ji despêka salên 1970yan virve di xizmeta MİTa Türk da kar dike. Bi tabîra Dilipak, ”…ew endamê malbatê ye…vê rewşê, Dewlet Bahçeli jî û gelek kes jî dizanin…” Axayê Dilipak, li pêşîya ekranên TVyan pesnê Ocalan dide û dibêje ku xwedêgiravî ew di vê pêvajoya 55 salan da mexdûr bûye. Bi wê haydarîyê Dilipak hewil da ku piçek tişt bide wan malbatên polês û eskerên tirk ku hatine kuştin û li TBMM dê biaxifin û doza hezkirîyên xwe ji Ocalan û PKKya wî bikin. Bi gotineka dî Dilipak mesaj da wan ku ew tiştên ku qewimîne di bin fermana dewletê da hatine kirin. Lê qet xema vî musulmanê minafiq nîne ku di vî şerî da bi sed hezaran kurd hatine kuştin, bi milyonan kurd bûne koçber û Kurdistan serubino bûye… Bifikirin, nivîskarekî musulman ku wek îslamîst tê naskirin, 76 salî ye û qet nikare behsa mafên kurdan ên demokratik û neteweyî bike û felaketên ku hatine serê kurdan li alîyek bihêle, lê ji ber ku Ocalan ´endamê malbata wî ye´ (endamê MİTê ye), ew gunehê xwe tenê bi Ocalan tîne. Mixabin, ev jî nîşana hovîtîya piranîya zana û nivîskarên tirk e… Van zana û nivîskarên hov, qet naxwazin bibînin ku TBMM wek dezgeha herî bilind, Dezgeha Genocideya Tirk e ku li ser kurdan pêk anîne. Loma ew avayî, yanî TBMM di qeydên xwe yên resmî da jibo zimanê kurdî ”zimanekî nedîyar” dinivîsin ku sosreteke weha li dinyayê nehatîye dîtin. Di alîyeke dî da jî TRT-6 an TRT-Kurdî 24 seet weşanên kurdî pêşkêş dikin. Mirov zehmetê dikêşe ku naveke munasib li wan bike. Tam sîrka canbazî ya ku hem mirovan dide kenînê û hem jî dide girînê ku li baxçeyê lawiran nîşan didin.
Piranîya sîyasetvanên bakurî naxwazin fam bikin û bibînin ku Sistema Ankarayê, dagirkerê welatê me ye û organa herî mezin a vê sistemê TBMM bixwe ye. Bi tabîreka dî TBMM jibo kurdan, Avayîya Herî Bilind a Genocideya Kurdî û Kurdistanê ye. Sîyasîyên ku vê helqeya sistemê naxwazin bibînin, wan ferq nekirine ku welatevînî û kurdevînîya xwe radestî (teslîmê) Ankarayê kirine. Bi tabîreka dî kurdevînî û niştîmanevînîya aktorên sîyasîyên ku TBMM meşrû dibînin; bi awayek ew dikevin nav helqeya parastina Sistema Ankarayê û dibin natorvanên wê sistemê. Bi vî awayî ew bûne karikatorên sîyasî yên ku xulamî û qerwaşîyê bi destê Sistema Ankarayê dikin.
Van karikatoran hew qas bûne sosret ku car caran gilîyên natorvanên gund dikin da ku xisarê didin milet û herêmên xwe. Qet çavên wan nabînin ku sistema natorvanîya gund, di bin fermana sistema natorvanîya TBMM da dixebite û fermanan ji wir distîne. Piranîya van natorvanan bi diploma ne, xwedîyê meaşên baş in, sekreterên wan ên taybetî hene, tranbêlên wan hene, di nav brokrasiya dewletê da bo dewlemendbûnê îmkanên baş di bin emrê wan da ne û wd. Bi taybetî di prazeya 105 salên wê sistemê da gelek numûneyên rezaletê bo wan hene ku mirov nizane bi wan bikene yan bigirî.
Herî dawîyê, çawa ku di trajedîya xendekan da hat dîtin (2015); li ber çavên dinyayê bi hezaran xort û keçên me (dora 10 hezar) digel zarûk û salmezinan hatin kuştin, bi dehan bajarokên me hatin şewitandin û xirakirin, bi sed hezaran kurd bûn koçber. Ji ber ku “kurdên sîyasî” bûne aşiqê Ankarayê, bi serê Ankarayê sond dixwin û siyaseta karikatoriyê, xulamî û qerwaşîyê ji wan ra pêşkêş dikin. Û di pêkanîna qetlîamên xendekan da jî wan di bin fermanên dewletê da cî sitandibûn. Nîşaneka balkêş jî ku di hilbijartina giştî ya berîya bûyerên xendekan da derket meydanê ku 80 parlamenter birin TBMM, lê tenê 20ê wan kurd bûn û 60ê wan jî tirk bûn. Divê hemî kesên xwedî wujdan ji wan bipirsin da ku çi karên wan 60 tirkan di nava wan da heye. Eger ew 60 kes Dewleta Kûr (Paradigma Dewletê ya Bahçelî û Ocalan û Sirri Sureya yê artist) temsîl dikin, divê ew jî vê rewşê zelal bikin. Yên ku bi rastî xweserîya demokratik biparêzin, ew ewil ji meclisa tirk vediqetin û TBMM meşrû nabînin, boykot dikin û paşê behsa xweserîyê dikin. Lê wek hat dîtin, berewajê wê pêk hat. Li Amedê gelek şahîd hene ku dema bi çekên giran Navasûra Amedê xira kirine, Sirri yê Artist li ber fermandarê eskerîyê bûye û li meydana Şêx Seîd wî malwêranîyê temaşe kirîye. Yanî rêvebirê wê qetlîamê û malwêranîyê û nûnerê Ocalanê Îmralîyê, Axayê Sirri bixwe bûye ku derdora 10 hezar xort û keçên me yên ku serxwebûnê diparastin, ew bûn hedef û tevayî hatin kuştin. Bi vî awayî Paradigma Dewletê giha miradên xwe û ew reqema ku Ocalan di dadgehê da gotibû ku wî 15 hezar endamên PKK înfaz kirîye, di encamên qetlîama xendekan da ew jimare giha 25 hezarî. Loma wî di koridorên TBMM da li ser navê komiteya aştîyê, li pêşîya ekranên TV yan gotibû ku ew Zimanê Kurdî jî naxwazin.

