Hilbijartinên 2025an û Lîsteya 275an
Konê Reş
Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wekwerîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hezwî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min piştaxwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendîkurd xwe li dor lîsteya 275an bidin hev û bisekininxewna Hejar, Sebeî Botanî, Cegerxwîn, Nalî, HacîQadirê Koyî, Salihê Yûsrî pêk tînin.. Ev lîsteya kuxwediyên wê ji berî 100 salî ve di berxwedanê de ne.. Ji sala 1961ê ve tivinga Berno sembola wa ye... Ji 30 salî ve di têkoşîn û bizava amadekirina kadroyêndewleta Kurdî de dixebitin.. Tevî zehmetiyên siyasetaRojhilata Navîn û neyartiya dewletên ji çarhawêr ve..
Lîsteya 275an ne tenê ya Partiya DemokrataKurdistanê (PDK) ye, ya tev kurda ye.. ya tev kurdênKurdistanê ye.. Ev partiya ku navê wê û Barzanî bi hev re hatine hunandin.. Anku ya wan kurdên kuBarzanî xewn û xeya wa ye.. Çi li Başûr bin, Bakur, Rojhilat û Rojava bin..
Di baweriya min de hêza cemawerên kolanênKurdistanê ji hêza partiyên ku li pêşberî (PDK) dibinkelem mezintir e.. A din, li gor rewşa herêmaKurdistanê û neyarên ku ji çar hawêr ve şerê wêdikin, nexasim piştî 100 salî ji peymana (Sykes Picotê/ 1916), pêwîste em tev dengê xwe, tevî dengê PartiyaDemokrata Kurdistanê (PDK) û serok Barzanî bikin.. Di baweriya min de desthilatdariya Barzaniyan jiKurdistanê re, qedera Kurda ye..
Barzaniyên ku di nav dewletên dinyayê de, bi hewildanên xwe ji bo avakirina dewleteke Kurdî a demokrat hatine naskirin.. Barzaniyên ku ji sed salîve, ji bav û kalê xwe ve li vê yekê geryane û xwe ji paşnedane alî.. Barzaniyên, ku dinya û alem serwextîçîroka perîşaniya gelê kurd û Kurdistanê kirine, ta pileyekê ku navê Kurdistanê û Barzaniyan bi hev re hatine hunandin.. Barzaniyên ku pirraniya xelkên her çar perçeyên Kurdistanê bi navê wan sûnd dixwin.. Barzaniyên ku ne heyranê serokatiya herêmaKurdistanê ne wek ku heyranê serxwebûn û azadiyaKurdistanê ne.. Barzaniyên ku hîn (Nîna), temamnekirine, em doza (Tirnîna), li wan dikin..?!
Di vê rewşa hestyar de, eger em lîsteyan ji lîsteya275an (PDK) çêtir û duristir bibînin, fermo şanî me bidin..! Cihê daxê ye ku hîn Kurdistan bi şîrvenebûye, em doza demokrasiya Swêsrastanê lêdikin! Bi hêvî me ku êdî nema kes karibe bi KewênKurdistanê nêçîra Kewan bike..! Û ev ewrê reş, yê kuroja îro, di asmanê Kurdistanê de xuya dike, bê zererbiferike..
Ezbenî! Hêj em nebûne dewlet û neyarên me bi tundîşerê hebûna me dikin.. Bela partiyên me yên dijî hev, baş zanbin ku șerê wan dijî hev, şerê dijî azadî û serxwebûna Kurdistanê ye..
Qamişlo, 28.10.2025

