BI PERSPEKTÎFEK NETEWEYÎ Û DEMOKRATÎK, ANALÎZA PARADÎGMAYA ENTEGRASYONÊ (2)
Zinar Soran
4) Yekrêzî û Yekhelwesta kurdan pêngava pêşî ya serketinê ye
Miletê kurd yek ji kevintirîn miletên Rojhelata Navîn û mîratxurê kevneşopî û şaristanîya Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn e. Ew bi zimanê xwe, bi tarîx û îstiqrara civata xwe, bi kultur û toreya xwe û bi erdnîgarîya xwe miletekî xwezayî û dîrokî ye. Di pêvajoya dîrokê de, wî erdnîgarîya xwe ya nîştimanî bi tevaya pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî û bawerîyên cûda ve parve kirîye.
Bi hezaran sal in ku ew li ser erdnîgarîya ku jê re Kurdistan tê gotin dijî. Miletê kurd bi nifûsa xwe yek ji mezintirîn miletê herêmê ye; Kurdistan jî bi cografîya xwe yek ji welatên herî mezin yê Rojhilata Navîn e.
Kurdistan cara yekem di sala 1639an de bi Peymana Qesrî Şîrîn, di nav Împaratorîya Osmanî û Împaratorîya Safewîyan de hate dabeşkirin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem jî, di 24ê temûza sala 1923an de jî bi destê dewletên emperyal yên weke Îngilîstan û Fransayê û bi Peymana Lozanê, Kurdistan di nava Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê de careke din hate dabeşkirin.
Lê miletê kurd, di tu demê de dagirkerî û dabeşkirina welatê xwe qebûl nekirîye û li hemberî vê neheqîyê, zilm û zordarîyê her serî hildaye. Îro jî miletê Kurd bi awayên cihêreng xebat û têkoşîna xwe ya ji bo azadîya neteweyî û demokratîk li her çar parçeyên Kurdistanê didomîne. Heta ev neheqî û bêdadwerî sererast nebe û miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê negihêjin mafên xwe yên neteweyî û demokratîk, li welatê xwe bi awakî azad xwe îdare neke, wê aştî û aramî li Rojhelata Navîn bi cî nebe.
Îro qedera miletê Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê, ji her demê bêtir bi hevdû re hatiye girêdan. Loma jî li ser esasê hevahengî û hevrêzîyê, dîalog û pêwendîyên nav tevgera neteweyî û demokratîk yên her çar perçeyên Kurdistanê, ji her demê bêtir weke pêwîstîyek zarûrî û wezîfeyek neteweyî derdikeve pêş. Divê em destkevtîyên her perçakî Kurdistanê, weke destkeftîyên kurdên herçar perçeyên Kurdistanê û kurdên dîyasporayê bibînin û biparêzên.
Divê em baş bizanibin ku pêngava pêşî ya serketinê, li ser xetek neteweyî û kurdistanî di yekrêzî û yekhelwesta kurdan de derbas dibe. Tenê siyasetek weha dikare pêşîya plan, lîstîk û xefikên cihêreng yên dewletên dagirker û hevalbendên wan yên navxweyî bigre û asteng bike. Nabe ku miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê 100 salên din jî di bin vê zilm û zordarîya dewletên dagirker û kolonyalîst de, ji mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, kulturî û mirovî bêpar bijîn.
5) Dilê kurdistanîyan li Rojavayê Kurdistanê davêje
Rojavayê Kurdistanê bi erdnîgarîya xwe beşê herî biçûk yê Kurdistanê ye; lê miletê me yê li wê derê bi hestê xwe yê neteweyî û bi hişmendîya xwe ya niştîmanperwerî ji bo hemû serhildan, berxwedan û tevgerên Kurdistanê yên beşên din bûye navend, xwedîlêderketin û stargehek hemû siyasetmedar, têkoşer, welatparêz û rewşenbîrên kurdan. Ew di dilê kurdan de her weke “Binya Xetê û stargehek neteweyî” bi cih girtîye.
Ji bo ku raya giştî pêvajoya şerê navxweyî yê dewleta Sûrîyeyê, rewşa defakto ya “Reveberîya Xweser” dizane; ez dê nexwazim vê mijarê dubare bikim. Lê ez dê bixwazim bi awakî kurt li ser rewşa niha; kês û firsand û metirsiyên li ber derîyê xuşk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê hinekî rawestim.
Weke beşên din yên Kurdistanê; li Rojavayê Kurdistanê jî pirsgirêka bingehîn ya miletê Kurd, pirsgirêka “mafê qedera xwe bi destê xwe tayinkirinê” ye. Li gorî ”Deklerasyona Yekitîya Neteweyan” jî mafê serxwebûn, azadî û qedera xwe bi destê xwe tayinkirinê, mafê her miletekî bindest e û herweha ev mafê miletê Kurd û kurdistanîyan e jî. Bêgûman di warê çarenivîsa miletê kurd û Kurdistanê de û awayê çarenivîsê de biryara dawî ya miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê ye û her beşê Kurdistanê dê li gorî şert û mercên xwe forma desthilatdarîya xwe ava bike.
Îro li Rojavayê Kurdistanê rewşek gelek taybetî û xesas heye. Ji hêlekê kês û firsendên dîrokî
derdikeve pêş; lê ji hilekê jî ji ber rewş û tevlihevîya herêmê, plan û projeyên dewletên emperyal yên ne zelal, plan û projeyên dewletên dagirker yên statukoparêz û berfirehkirina desthilatîyên xwe, xeter û metirsîyên mezin jî li ber derîyê miletê me yê Rojavayê Kurdistanê ye. Îro kurdên herçar perçeyên Kurdistanê û diyasporayê çavên wan li Rojavayê Kurdistanê ye; hest û dilê wan bi xuşk û birayên wan yên Rojavayê Kurdistanê re ye.
Li Rojavayê Kurdistanê, divê li ser esasê xetek neteweyî û demokratîk û beşdarîya hemû hêzên welatparêz avakirina statuyeke siyasî, cografî û desthilatdarîyeke demokratîk û xweser were armanc girtin. Di vê pêvajo û rewşa taybetî de, rêya çareserî û bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk yên dîrokî, di yekîtî, yekrêzî û têkoşîna hevbeş ya hêzên neteweyî û demokratîk yên Rojavayê Kurdistanê de derbas dibe. Di vî warî de, “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî“ li Rojavayê Kurdistanê ku di 26ê nîsana 2025an li bajarê Qamîşlo pêk hat, gavek gelekî girîng û dîrokî ye.
“Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî” ya Rojavayê Kurdistanê hem di warê daxwazên siyasî yên hevbeş, hem jî di warê temsîl û nûnertîya siyasî ya hêzên Rojavayê Kurdistanê gavek dîrokî ye. Avakirina şandeyek hevbeş ya tevgerên Rojavayê Kurdistanê, hevbeşîya li ser hinek daxwazên siyasî gelekî girîng û dîrokî ye. Weke tê zanîn di bernameya ku di Konferansa Qamîşlo de hate qebûl kirin de, du beşê esasî hene. Beşek ji wê bernameyê bi awakî giştî nerîn û daxwazên siyasaî yên di warê “Qada Neteweyî Ya Sûrîyeyê” de ye; beşê din jî daxwazên siyasî û awayê desthilatdarîya herêmên kurdan yên di warê “Qada Neteweyî ya Kurd” de ye ku sê xalên vî beşî weha hatiye deklere kirin:
“1-Herêmên Kurdan di bin sîwana Sûriyeyeke federal de weke yekîneyeke îdarî û siyasî ya yekbûyî bibe yek.
2-Hebûna neteweyî ya gelê Kurd a li Sûriyeyê weke gelekî xwecihî bê naskirin. Mafê bikaranîna mafên siyasî, çandî û îdarî bi rengekî azad û wekhev di nav de hemû mafên neteweyî li gorî peymanên navneteweyî bi destûra bingehîn bêne misogerkirin.
3-Fedakariya şehîdên şoreşa Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hêzên ewlekariyê, girtiyên li zindanan jiyana xwe ji dest dan û yên ku di berxwedana li dijî komkujiyên DAÎŞ’ê de şehîd bûn bi rêzdarî bêne pêşwazîkirin, piştgirî ji malbatên wan re bê dayin û bi sererastkirinên qanûnî re mafên wan bêne misogerkirin.”
Di Konferansê de, weke nûnerên siyasî şandeyek hevbeş hate hilbijartin ku bi desthilata demkî ya Şamê re li ser van daxwazên hevbeş gotûbêjan bike. Lê mixabin desthilata Şamê heta niha naxwaze bi vê şanda hevbeş re rûnê û li ser daxwazên siyasî yên kurdan û awayê sistemek çawa ji bo tevayê Sûryeyê gotûbêjan bike.
Bêgûman pêkanîna Konferansa Qamîşloyê gavek gelek girîng û dîrokî ye. Lê divê armanc û daxwazên vê Konferansê di pratîkê de têkeve jiyanê; li ser vê yekrêzî û yekhelwestîya Konferansê hevkarîyek neteweyî ya hevbeş û mayende bê hûnandin û birêxistinkirin. Di nava şandeya HSD û Şandeya Hevbeş ya Konferansê de, li ser nexşerêyeke hevbeş dîalog û hevkarîyek xurt hebe ku di pêşerojê de ev xebat û hewildan bikaribe di cuhekek hevbeş de bê meşandin û stewandin.
Gelekî balkêş e ku hem desthilata Şamê û hem jî dewleta Tirkîyeyê naxwaze şanda Konferansa Qamîşloyê weke nûnerên kurdên Rojaavyê Kurdistanê mixetab bigre; ew dixwaze pirsa Rojavayê Kurdistanê di nav sînorên “Peymana 10ê Adarê” ya di navbêna Serokê demkî yê desthilata Şamê Ehmed Şera û Serfermandarê HSD Mazlûm Ebdî de ku bi navbênkarîya Emîrakayê hate îmzekirin de, sînordar û hefs bikin.
Weke tê zanîn Peymana 10ê Adarê ji 8 xalan pêk hatiye. Piranîya van xalan, ji bo mijar û pirsên agirbestê, beşdarîyên hêzên çekdar, vegera koçberan, kanîyên petrolê, derîyên sînoran û firokxaneya Qamîşloyê û hwd hatiye amade kirin; ango bêtir pirsên agirbest û ewlekarîyê ne. Li ser xala ku kurdên Rojavayê Kurdistanê weke “Civaka Kurdan” hatiye pênasekirin jî alîyên kurdan ne hemfikir in.
Piştî vê peymanê jî êrîşên dewleta Tirkîye û çeteyên di bin konrola wê de demekê û bi taybetî li derdora “Bendava Tişrînê” berdewam kirin. Teva ku niha di pratîkê de “agirbestek” ne resmî heye jî rewş ne aram û misoger e; herweha dem dema şer û pevçûn di nav çeteyên terorîst û cîhadîstên desthilata Şamê û Tirkîyeyê û hêzên HSD de derdikeve.
Di vê navbênê de, Tirkîye gef û tehdîtên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê, hêzên HSD bi awakî sîstematîk didomîne; bi her awayî piştgirîya wan çeteyên terorîst û cihadîst dike. Dewleta Tirkîye van hêzên terorîst û cîhadîst ji bo xwe xeter nabîne ku li ser “sînorên” di navbêna Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê bi cih bibin; lê hebûna kurdan li ser xaka Rojavayê Kurdistanê ji xwe re weke metirsîyek “man û nemanê” dibîne. Ji alîyekî jî dewleta Tirkîyeyê bi projeya “Tirkîyeya Bêteror” hewl dide ku li Rojavayê Kurdistanê HSD çekên xwe dîne û teslîmî desthilatîyek terorîst û cîhadîst bibin. Ji bo ez dê li jir li ser vê projeyê “Tirkîyeya Bêteror” rawestim, ez dê vê mijarê li vê derê dubare nekim.
Di rewşek weha taybetî û metirsîdar de, parastin, berfirehkirin û xurtkirina yekrêzî û yekhelwesta neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê wezîfeyek neteweyî û dîrokî ye. Divê em bi hemû hêz û îmkanên xwe rê nedin ku dewleta Tirkîyeyê bi van fort, gef û tehdîtên xwe yên leşkerî û vê plan û projeya bi navê “Tirkîyeya Bêteror” vê yekrêzî û yekhelwesta neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê têk bibin, bêfonksîyon bihêle û miletê Kurd teslîmî însîyatîfa terorîst û cîhadîstên navdewletî bikin.
Piştgirî û alîkarîya perçên din yên Kurdistanê û kurdên diyasporayê ji bo tevgera neteweyî û demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê jî gelekî girîng û xwedî roleke taybetî ye. Divê em di vê rewşa xesas, taybetî û metirsîdar de, xuşk û birayên xwe di nav lepên hêzên terorîst û cihadîst, dewletên dagirker û siyasetên statukoparîstina dewletên dagirker dikin de bi tenê nehêlin.
6) Paradîgmaya entegrasyonê statukoparastina dewleta Tirkîyeyê ye.
Weke tê zanîn di 22ê cotmeha 2024an de, serokê partîya nîjadperest MHPê Dewlet Bahçelî, li Meclîsa Tirkiyeyê di grûba partîya xwe de, axaftinek gelekî balkêş kir ku gelek kes şaş û matmayî man û ne li bendê axaftinek weha bûn:
”Ez ji wan kesên ku dibêjin `eger serokê terorîstan ne di nav de be, ji vî karî tiştek dernakeve` dibêjim: Eger tecrîda li ser serokê terorîstan bê rakirin, bila were li Meclîsa Giştî ya Neteweyî ya Tirkîyeyê di grupa DEM partîyê de bipeyive. Bi dengekî bilind bibêje ku teror bi dawî hatiye û rêxistinên xwe belavkirîye. Eger vê bîrewerî û biryardarîyê nîşan bide, bila derîyê yasayî yên bikaranîna mafên hêvîyê heta dawî bê vekirin. Ne Qendîl, ne jî Edîrne; bila navnîşan ji Îmralîyê ber bi DEMê ve biherike. Bila ev pirsa giran û dîrokî ya terorê bi temamî ji rojeva welêt bê derxistin…”
Piştî vê axaftina Devlet Bahçelî ku raya giştî matmayî hişt; ev proje bi “însiyatîfa“ Devlet Bahçelî lê weke projeyek dewletê û li gorî nexşeyerêya ku hatîye tespît kirin dest pê kir. Di vê axaftinê de, Devlet Bahçelî bi awakî pir zelal diyar kir ku “navnîşan û muxetabê vê projeyê ne Qandîl e, ne jî Edîrne ye; tenê Abdullah Ocalan” e. Dewlet bi tu awayî naxwaze bi awakî giştî miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê, nûnerên partîyên siyasî yên kurdistanî, dezgeh û komeleyên sivîl û kesayetîyên qebûlbar yên civakî mixetab bigre. Civînên Komîsyona Meclîsê yên bi hinek dezgeh û keseyatîyan re jî tenê beşekî vê projeya dewletê ye.
Weha diyar dibe ku ev proje bi carekê û bi axaftina Dewlet Bahçelî dest pê nekirîye. Karbidestên dewletê demek dirj li ser vê projeyê xebitîne û ev proje bi hûrgilî hatîye plankirin. Bi qasî ku tê dîtin, ev proje ne tenê bi dewleta Tirkîyeyê ve jî sînor kirîye; gelek faktor û alîyê din yê vê projeyê jî hene. Herweha diyar dibe ku ev proje wê ne tenê bi Tirkîye û Bakurê Kurdistanê ve jî sînorkîrî bimîne. Yek ji armancên vê projeyê jî heta ji destê dewleta Tirkîyeyê bê, nehêlin beşekî miletê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê li ser xeka xwe bibin xwedîyê mafên xwe yên neteweyî, siyasî, kulturî û îdareyek xweser. Ew bi hemû awayî hewild didin ku xelkên me yên Rojavayê Kurdistanê li hemberî terorîst û cîhadîstên îdareya Şamê bêçek bikin û destvala bihêlin. Loma jî divê tevgera rizgarîxwazîya neteweyî, demokratîk û kurdistanî yên herçar perçeyên Kurdistanê û kurdên dîyasporayê vê projeyeyê ji nêzîk ve taqîb bikin û bi hûrgilî li ser rawestin.
Weke tê zanîn li ser Peymana Lozanê zêdeyî 100 salî derbasbûye ku di encama wê peymanê de Kurdistan carek din hate perçekirin û dabeşkirin. Lê niha dewletên emperyal û zirhêz li cihanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn ji bo dîzaynek nû di nav nakokî, bereberî, şer û pevçûnên cihêreng de ne.
Bi gotinek din; Lozanek nû li ber derîyê miletê Kurd û Kurdistanê ye ku divê em bi hemû hêz û îmkanên xwe rê nedin vê yekê ku ev dubare bibe. Divê em ji vê krîz û rewşa heye îstifade bikin; bi siyasetek neteweyî, demokratî û kurdistanî, bi hevrêzî û hevahengîyek nava mala kurdî pêşevazîya vê rewşa nû ya dinyê û herêmê bikin; da ku em bikaribin ji vê rewş û kirîza heye îstifade bikin û bighêjin mafên xwe yên neteweyî û demokratîk. Bi kurtayî îro kês û firsendên dîrokî jî xeter û metirsîyên mezin jî bi awakî lihevpêçayî li ber derîyê miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê ne. Divê em carek din vê kês û firsenda taybetî û dîrokî ji dest bernedin.
Bê gûman di vê rêyê de, wê gelek asteng, kelem, plan, lîstik û kemînên li dijî tevgera neteweyî, demokratîk û kurdistanî derkevin pêşîya me; wê gelek proje, plan, “hespên trûva“ û lîstikên cihêreng bêne lidarxistin û organîzekirin.
Yek ji van plan û projeyan jî bêgûman projeya Dewleta Tirkîye ya ku bi navê “Tirkîyeya Bêteror” tê birêvebirin e. Projeyek ku rast û rast bi însiyatîfa dewleta Tirkîyeyê ve hatibe amadekirin, gelo wê çiqasî cihê bawerîyê be ku pirsa neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê çareser bike?
Abdullah Ocalan di di banga xwe ya 25ê adara 2025an de, di protokolên Heyeta Îmralîyê de, di “Perspektîva ji bo Kongrya 12an“ û “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk“ de bi awakî eşkere diyar dike ku ev pêvajo ji alîyê dewletê, di bin kontrola dewletê û di pêşengîya Devlet Bahçelî de hatîye dest pê kirin. Herweha ew diyar dike ku dê pêvajoyên weke vê pêvajoyê li Îran, Iraq û Sûryeyê jî dest pê bikin:
“Balkêş e, ev dema nû ne ji alîyê me ve, ji alîyê Devlet Bahçelî ve hate dest pê kirin, ... Di bin
kontrola dewletê de, em di vê civîna xwe de bernameyê amade dikin... Wê li dewletên din ango Îran, Iraq û Sûrîyeyê jî pêvajoyên weke vê pavajoyê dest pê bikin. Ev dê bi însîyatîfa Tirkîyeyê bê kirin ku li gorî min ev hem li gor pêwîstîya berbiaqilîyê ve ye, hem jî rastiyê îfade dike. Ji xwe divê ev weha be û dê weha jî bibe. Loma jî ev gavên têne avêtin, gavên gelek girîng in û divê ciddî bêne girtin... “. (Serxebûn, hejmar 521, gulan 2025)
Ev pêvajoya ku ji alîyê dewletê û bi armanca “Tirkîyeya bêteror“ hatiye amade kirin, li gorî nexşerê û çarçeweya axaftina Devlet Bahçelî dest pê kir û tê birêve birin, bi biryara çekdanîn û fesixkirina PKKê ve kete qonaxeke nû. Piştî hevdîtinên Heyeta Îmralîyê bi Abdullah Ocalan re, ziyaretên heyeta Îmralîyê bi partîyên Tirkîyeyê; heyetek berfireh ya DEM Partîyê teva Heyeta Îmralîyê serlêdana Başûrê Kurdistanê kirin. Ev heyet, bi rêzdar Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê giştî yê YNK Bavil Talabanî û gelek berpirsiyarên din yên partî û dezgehên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêkanîn. Di derheqê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan, dewletê û partîyên Tirkîyeyê de aghadarî dan wan; nerîn û pêşniyarên wan yên di vî warî da girtin.
Li gorî agahdarîyên Heyeta Îmralî û DEM Partîyê ku di çapemenîyê de hate diyar kirin, wan dê nerîn û pêşniyarên ji Başûrê Kurdistanê bigîhandina Abdullah Ocalan û wê dûre banga Ocalan bihata amade kirin û belavkirin. Lê gelekî balkêş e ku berî zîyareta Heyeta Îmralîyê bi du rojan, karbidestên dewletê û Abdullah Ocalan di 25ê sibata 2025an de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk“ bi destnivîsa Abdullah Ocalan hatibû amadekirin û îmzekirin. Ango ew daxwîyanîyên li Başûrê Kurdistanê yên ji alîyê heyeta DEM Partîyê hatibûn dayin ku “wê nerîn û pêşbinîyên kesayetî û bepirsiyarên Herêma Başûrê Kurdistanê bighînin Ocalan û piştî wê, dê banga wî bê amadekirin“, bêbingeh derket. Heyeta Îmralîyê teva grûpek DEM Partîyê di 27ê sibata 2025an de çûn Îmralîyê, ew “Banga Aştî û Civaka Demokratîk“ anîn û di civînek çapemenîyê de bi raya giştî re parve kirin.
7) Çend têbinî û xalên balkêş ji “Banga Aştî û Civaka Demokratîk“
7.1) Sersebebê pirsa Kurd û Kurdistanê dewleta Tirkîyeyê ye; lê berpirsiyarê encam û fatûra vî şerî dewleta Tirkîye û PKK ye.
Di “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de, Abdullah Ocalan bi awakî zelal diyar dike ku PKK hê di salên 1990î de mîade xwe dagirtibû û hebûna wê bê wate mabû:
“Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990’ê de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.„ (Banga Aştî û Civaka Demokratîk, Abdullah Ocalan)
Bêgûman, mijara şerê PKK yê ku zêdeyî 40 salî berdewam kir, mijarek taybetî ye. Divê ev mijar bi serê xwe, bi awakî berfireh û objektîf ji alîyê pispor, lêkolîner û siyasetmedaran ve bêne nirxandin û encamên pêwîst jê bê derxistin. Lê ez vê gavê dixwazim li ser daxuyanîya serokê PKK Abdullah Ocalan ya ku di vê bangê de bi awakî zelal “îtiraf“ dike û li xwe mukur tê ku “di salên 1990î de, êdî pêwîstîya hebûna PKK bê wate mabû û xwe bi awakî bêwateyî dubare dikir”, hinekî rawestim.
Di vî şerê di navbêna dewletê û PKKê de, bi dehhezaran keç û xurtên kurdan hatin şehîd kirin, bi hezaran kesên sivîl hatin kuştin, bi milyonan kurd û kurdistanî neçar man ku ji ser erdên bav û bapîrên xwe bar bikin; li bajar, bajarokan û metropolên Tirkîyeyê bi cih bibin; di gelek waran de rûbirûyî, zilm, zordarî, birçîbûnê bibin; herweha rûbirûrîyî asîmîlasyon û jenosîda ziman û kultara xwe ya dîrokî, dewlemend û pîroz bibin.
Di vî şerî de, êrîşên dewleta Tirkîyeyê yên hovane ne tenê bi Bakurê Kurdistanê ve sînorkirî man. Di encamên êrîşên hovane yên dewleta Tirkîyeyê yên bi behaneya hebûna gerîlayên PKK li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hezaran ciwan, kal, pir û xelkên bêguneh hatin qetil kirin; gelek bajar, bajarok, gundewar û navçeyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin dagirkirin û wêran kirin. Nişteciyên wan deran mecbûrî koçberîyê hatin hiştin, terorîst û cîhadîstên îslamîst li wan deran hatin bichkirin û demografêya gelek navçeyên Kurdistanê hatin guherandin…
Eger em encam û zerarên şerên heta salên 1990 bidin alîyekî; gelo wê kî hesabê vî bedelê mezin û fatûra giran yên şerên di navbêna dewleta Tirkîye û PKKê de yên salên 1990 û heta niha bidin?
Bêgûman sersebebê esasî yê hebûna pirs û pisgirêka miletê Kurd û Kurdistanê û vî şerî dewleta Tirkîye bi xwe ye. Lê alîyekî vî şerî jî serokê PKK Abdullah Ocalan û PKK ye. Ji xwe Abdullah Ocalan jî di “Manîfstoya Aştî û Civaka Demokratîk“ de diyar dike û ew berpirs û alîyekî vî şerî ne û loma jî divê mixetabê dewleta Tirkîyeyê jî ew bi xwe bin:
“Encamê ku em dikarin ji vê derxînin, `ancax yên ku şer dikin dikarin lihevdû werin`. Ango ne hêzên duyem û sêyem, ne hêzên navbên û mutefîq, ancax yên berpirsîyarîya şer li ser milên wan in dikarin berpirsyartîya bidin ser milên xwe. Ji ber ku aştî bi qasî şer meseleyek cidî û girîng e. Û berpirsiyartîya pirsek weha girîng, tenê yên ku di dereceya yekem de berpirsiyar in dikarin bigrin ser milên xwe.... yên ku şer dikin dikarin aştîyê pêk bînin. Mixetabên din ne di wê hêza ku bikaribin aştîyê pêkbînin de ne.
Ew di rêza duyem de ne ya jî alîgir in. Însiyatîfa esasî ya kesên pêşengîya vî karî dikin bi xwe ye...“ (Serxebûn, hejmar 521, gulan 2025)
Eger însîyatîf û berpirsiyarîya esasî yên alîyên şer dewleta Tirkîye û PKK bin; wê gavê divê herdu alî berpirsiyarîya encamnê vî şerê jî bigrin ser milên xwe; muhasebe û hesabê encamên vî şerî jî bidin gelên Kurdistanê. Divê sewab jî û guneh jî bê hesab nemîne. Eger alîyên vî şerî di dereca yekem de xwe bepirsîyarê pêkanîna “aştîyê“ dibînîn; wê gavê, divê ew bi awakî eşkere xwe berpirsiyarîyên vî şerî û encamên vî şerî jî bibînin.
7.2) Abdullah Ocalan pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, weke pirsa miletekî bindest û welatekî dagirkirî pênase nake.
Abdullah Ocalan di “Banga Aştî û Civaka Demokratîk“ de, pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, weke pirsa miletekî bindest û welatekî dagirkirî nabîne; ew vê pirsê, weke pirsa mafên neteweyî, demokratîk û kulturî yên miletê Kurd û kurdistanîyan pênase nake. Ew behsa mafên miletê Kurd yê “qedera xwe bi destê xwe tayinkirinê” nake. Berevajîyê wê, ew mafên miletê Kurd yên neteweyî û kulturî weke “netewepestîya tundî“ destnîşan dike:
“Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareserîyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestîya tund in, nikarin ji sosyoloiya civaka dîrokî re bibin bersiv.“
Ango Abdullah Ocalan dixwaze pirsa miletê Kurd û Kurdistanê di nav sînorên “Komar Demokratîk ya Tirkîyeyê“ de sînordar û hefs bike.
Weke her miletekî bindest, mafên miletê Kurd jî heye ku bi awakî azad û demokratîk “çarenivîsa xwe bi destê xwe tayin bike”. Ev mafekî herî xwezayî ye û li gorî biryar û hiqûqa Yekitîya Neteweyan jî mafekî herî rewa ye. Di warê mafê çarenivîsa xwe de jî yê ku biryara dawî bide bêgûman miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê ne. Ne kesek, ne jî partîyek nikare di vî warî de li ser navê miletê Kurd û kurdistanîyan biryarê bide; mafên miletê Kurd yên bingehîn û rewa tune bihesibinî û “îpotekê“ dîne ser wan mafan.
Di warê mafê qedera xwe tayinkirina azad û demokratîk de, nimûneya “Referandûma Serxwebûna Kurdistanê“ ya ku di 25ê îlona 2017an de li Başûrê Kurdistanê pêk hat, nimûneya herî zindî û dîrokî ye. Di vê referandûmê de, teva hemû zext û guvaşên dewletên dagirker û kolonyalîst, teva pirs û pirsgirêkên navxweyî yên nava hêz û partîyên Başûrê Kurdistanê û teva lidijderketina hinek dewletên ku weke piştgirên doza Kurdistanê dihatin dîtin; miletê Kurd û pêkhateyên kurdistanê bi awakî azad û demokratîk çûn ser sindoqan û bi rêjeya %93an ji bo serxwebûna Kurdistanê gotin ERÊ!
Ew kesên ku dibêjin “Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareserîyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestîya tund in, nikarin ji sosyoloiya civaka dîrokî re bibin bersiv.“ divê carek din li ser vê daxwaz, helwest û îradeya miletê Kurd û kurdistanîyan bi hûrgilî bifikirin! (Dûmahîk heye)

