Şewata li Çiyayê Cûdî didome

Şewata li Çiyayê Cûdî didome

Şewata ku 7 deverên cuda yên Çiyayê Cûdî derketibû xwe bi xwe vemirî. Lê belê vê carê li gundên Nêvaqara û Cifanê şewat derket û belav dibe.   

A+A-

 

Şewata li gundên Gundikê Melê, Gundikê Remo, Nêvana, Gundikê Spîndarûkê û Benavyayê yên Şirnexê ku dikevin qûntara Çiyayê Cûdî dest pê kiribû xwe bi xwe tefiya. Lê belê vê carê li gundên Nêvaqara û Cifanê yên bi ser navenda Şirnexê ve agir bi daristanê ket û şewat gûr dibe. Hat zanîn ku heta niha kesî mudaxileyî şewatê nekiriye û her ku diçe li herêmê belav dibe. Sedema derketina şewatê nayê zanîn.  

Li aliyê din li ser medya civakî bi taga #Cudialevalevyaniyor hat destpêkirin û bertek nîşanî nemudaxilekirina şewatê hat dayîn.  

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin