Şewata bendera Beyrûdê hat vemirandin

Şewata bendera Beyrûdê hat vemirandin

Piştî teqînên mezin ên 4ê Tebaxê ku Beyrûd wêran kiribû û nêzîkî 200 kesan can dabû, doh careke din li bendera Beyrûdê şewateke mezin çêbûbû.

A+A-

Parastina Sivîl a Lubnanê ragihand ku bi şevê karkeran agir vemirandiye û dever sar kir da ku careke din agir pênekeve û vê sibê şewat bi temamî hate vemirandin. 

Polîsan diyar kir ku têkiliya herî kêm 20 kesan bi şewata li benderê heye, ji wan yek berpirsê kompaniya BCC ye.

Serokomarê Lubnanê Mîşel Ewn banga avakirina komîteyeke ji wezîr, nûnerên saziyên ewlekariyê û rêveberiya benderê pêk were, kir û xwest ku rêxistina karê benderê diyar bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin