Serokê Îstixbarata Rûsya: Tirkiye komên terorîstên Sûriyê dişîne Qerebaxê

Serokê Îstixbarata Rûsya: Tirkiye komên terorîstên Sûriyê dişîne Qerebaxê

Serokê Îstixbarata Rûsya: Tirkiye komên terorîstên Sûriyê dişîne Qerebaxê

A+A-

Serokê Servîsa Îstixbarata Derve ya Rûsyê Sergey Narişkîn got, komên terorîst yên mîna El Nusra, Tûgayên Hemze, Sultan Mûrad yên li Bakurê Sûriyê ji bo Qerebaxê têne şandin.

Narişkîn da xuyakirin, Qerebax terorîstan mîna mîqnetîsê dikişîne û dibe ku ew terorîst ji wir jî derbasî Rûsyayê û welatên cîran bibin.

Sergey Narişkîn diyar kir, cudahiya şerê li Qerebaxê ji yên berê ew e ku Tirkiye vê care bi awayekî eşkere pişta Azerbeycanê digire û ev jî yek ji sedemên zêdebûna rageşiya li wê herêmê ye.

Sergey Narişkîn got, Rûsya ji şerê li Qerebaxê nîgeran e û da zanîn, “Ji bo Rûsyayê şerekî li herêmê nayê qebûlkirin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin