Serok Barzanî ji malbata Mele Îmadedîn re sersaxî xwest

Serok Barzanî ji malbata Mele Îmadedîn re sersaxî xwest

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ji ber koça dawî ya siyasetvan û helbestvanê Kurd ê Bakurê Kurdistanê, Mele Îmadedîn Gurdilî, sersaxî ji malbata wî re xwest.

Baregeha Barzanî peyama sersaxiyê ya serok Barzanî weşandiye, ku têde tê gotin, “Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û helbestvanê xwediyê helwest (Mela Îmadedîn Gurdilî) em xemgîn û dilgiran bûn.”

Di beşeke din a peyamê de ku arasteyê malbata Mele Îmadedîn Gurdilî hatiye kirin, wiha tê gotin: “Pirse û sersaxiyê li malbata we ya niştimanperwer û xizm û dostên xwedê jêrazî dikin, em hevxemê we tevan in. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn aramî û hedarê bi malbata we ya birêz û kesukarên we bibexşê, ruh û giyanê xwedê jêrazî Mela Îmadedîn Gurdilî bixe ber dilovaniya xwe û bi behişta fireh şad bike.”

Mela Îmadedîn Gurdilî pêr şev 2ê Kanûna 2020 di temenê 86 saliyê de bi sedema pêketina bi Coronayê jiyana xwe ji dest dabû.

Mela Îmadedîn Gurdilî jidayikbûyê 1936an û xelkê gundê Kirîva li navçeya Misircê Sertê bû. Mela Îmadedîn li Êlihê endam û kadirê qedîm ê Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) bû.

Seydayê Gurdilî berî nêzîkî mehekê encama testa wî ya Covid-19ê pozîtîv derketibû û bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin û li nexweşxaneyê jê re çareserî hatibû kirin.

Rewşa tendirustî ya Seydayê Gurdilî li nexweşxaneyê baş dibe û bo malê tê şandin, lê dîsa nexweşî li wî giran dibe dubare bo nexweşxaneyê tê veguhestin û vê carê bo dema 10 rojan di bin amûrê henasedanê de ma, heta koça dawî kir.

Seyda Gudilî di medreseyên Kurdistanê de xwendibû û li gundên Kurdistanê melatî kiribû.

Gurdilî piştî damezrandina PDK a Tirkiyê bi partiyê re dixebitî û li ser rêbaza Mele Mistefa Barzanî bû û li ser serok Barzaniyê nemir gelek helbestên wî hene. Hejmara helbestên wî nayê zanîn, lê dîwanekî çapkirî ya wî bi navê "Banga Azadiyê" heye.

Helbestên Seyda Gurdilî di babet evînê, xwezayê, li ser Kurd û Kurdistanê, li ser Barzaniyê nemir, rehmetî Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî û gelek kesên siyasî hene.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin