Serlêdana pêşbirka ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî destpê kir   

Serlêdana pêşbirka ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî destpê kir  

.

A+A-

Serlêdana Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî yên îsal 8emîn car e ji aliyê malbata Arî û Weşanên Sor ve tê organîzekirin, destpê kir. Yên dixwazin serlêdanê bikin, divê heta 1ê Avrêla 2021ê berhemên xwe bişînin ber destên amadekaran.

Pêşbirka ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî ku di sala 2012yan de jiyana xwe ji dest dabû, tê lidarxistin. Endamên Juriya Pêşbirkê, îsal ji Berken Bereh, Necla Arî, Mueyed Teyib, Evîn Şikakî û Îrfan Amîda pêk tên.

Encamên pêşbirkê 15ê gulana 2021ê Roja Cejna Zimanê Kurdî dê bê eşkere kirin.

Kesên dixwazin beşdar bibin divê van şertan bizanibin:

- Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.

-Wekî xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.  

- Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê

- Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide. 

- Berhemên ku ji hêla saziyek ve hatibin xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibin nikarin beşdarî pêşbirkê bibin.

- Berhemên ku beşdarî pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.

- Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.

- Heke jurî tu dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.

- Dosyeyên ku ji bo pêşbaziyê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin. 

- Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe bêne şandin. 

- Divê dosye ku bi kompîtorê hatibe dîzaynkirin û li USByek were barkirin û ev USB di nav dosyeya serlêdanê de cî bigire.

- Dosyeyên ku bi kompîtorê nehatibin dîzaynkirin û tê de USB tunebin nayên nirxandin.

- Divê li ser dosyeyê yan li ser USByê nav, nîşan, mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe. 

- Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan, telefon û e-maila xwe di nav zerfeke devgirtî de rêbikin. 

- Encama pêşbaziyê dê di 15'ê Gulana 2021'ê, yanê roja Cejna Zimanê Kurdî bê aşkerekirin û tarîx û ciyê merasîma xelatdanê dê paşê bê ragihandin.

- Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin:

Navnîşan: Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî 

Yenişehir Mah. Ali Emiri 7. Sokak Karacadağ Apt. Kat:1 Daire:7 Yenişehir/Diyarbakır

(poste divê li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê be)

- Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin. 

- Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyên wan nayêne vegerandin. 

- Endamên lijneya pêşbaziya helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.

- Roja 1'ê Avrêla/Nîsana 2021'ê serîlêdan bi dawî dibin.

•Pêwendî 

(05434886996)

(0412) 2282613

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin