Şerê Qarabaxê bi dijwarî berdewam dike   

Şerê Qarabaxê bi dijwarî berdewam dike  

Şerê Qarabaxê bi dijwarî berdewam dike Leşkerên Ermenistan û Azerbaycanê bombarana hevdu dikin di heman demê da şerê herdu welatan li ser herêma Nagorno – Qarabxê giran dibe. Doh paytexta herêma Qarabaxê û duyem bajarê herî mezin yê Azerbaycanê hatine bom

A+A-

Yerîvan dide zanîn ku bajarê Stepanakert paytexta herêma Nagorno – Qarabaxê ji roja înê û vir ve tê bombebaran kirin û îro yekşemê jî, dîsan bûye armanca êrîşan.

Çavkaniyên nûçeyan didin diyar kirin ku ji çendîn herêmên bajarê Stepanakert dengê teqînan hatiye bihîstin û dûkel ji çendîn ciyên bajar bilind bûye, herwiha wêne û dîmenên bomberana li bajêr di mediya civakî da hatine weşandin.

Li aliyek din wezareta berevaniya Azerbaycanê ragihand ku bajarê Ganja ku hejmara xwecihên wê ji 330,000 kesan zêdetire ku dikeve rojavayê welat hatiye bombebaran kirin û bingeheke hêzên esmanî hatiye wêran kirin.

Tirkiyê roja yekşemê bombebarana bajarê Ganja yê Azerbaycanê ji aliyê Ermenistanê da şermezar kiriye û dibêje, em êrîşên Ermenistanê bo ser bajarê Ganja di encama şerên li Nagorno – Karabxê da, şermizar dikîn.

Wezareta derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê da dibêje "Êrîşên Ermenistanê yên îro bo ser bajarê bajarê Ganja ku sivîl armanc girtine bajarê duyê yê herî mezin yê Azerbaycanê, belgek nû ye ku Ermenistan qanûnên navneteweyî nas nake û em wan êrîşan şermezar dikîn."

Di şerê Nagorono -Qarabaxê da her yek ji Azerbaycan û Ermenistanê hev du tawanabr dikin bi êrîş û bombebaran kirina herêmên sivîl.

Azerbaycan û Ermenistanê bê ku goh bidin bangên civaka navnetwî bo rawestandin şer û ragihandina girbestê, şerê xwe gurtir dikin û her aliyek serkeftina bi ser aliyê din da radigihîne û dibêjin me ziyanên mezin li aliyê rikeber dane.

Wezareta Derve ya Ermenistanê dibêje, bajarê Stepanakert û bajarokê Markret bûne armanca êrîşên mûşekên Azerbaycanê û hêzên leşkerê Azerbaycanê tawanabr dike û dibêje ku "Bi zanabûn rûniştvanên sivîl aramanc digir in."

Daxuyaniya wezareta derve ya Erminstanê dibêje, hêzên esmanî yên Azerbaycanê beşdarî di êrîşên roja Yekşemê da kirine û hin çavkanî didin zanîn ku dengê firokên bê firokevan li esmanê bajarê Stepanakert hatiye bihîstin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin