Şelal Gedo: Eyn Îsa weke Serê Kaniyê û Efrînê nabe  

Şelal Gedo: Eyn Îsa weke Serê Kaniyê û Efrînê nabe  

.

A+A-

Endamê Desteya Siyasî ya Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Şelal Gedo li ser êrîşên li hember Eyn Îsayê diyar kir; ew di wê baweriyê de ye ku êrîşa ser Eyn Îsayê dê weke êrîşa ser Efrîn û Serê Kaniyê nebe.

Şelal Gedo bû mêvanê bultena nûçeyan a Kurdistan24ê û li ser êrîşên li hember Eyn Îsayê axivî.

Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Nasir Herîr dibêje ku eger Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji hin deverên ku hatiye destnîşankirin venekişe, êrîşên ser Eyn Îsayê dê berfirehtir bibin.

Li ser vê mijarê Şelal Gedo diyar kir: “Mesela Eyn Îsa ku niha heye, bêtir bazarên navdewletî ne di navbera Rûsya û Tirkiyê de. Rûsya hez dike ku çi deverek hebe bi destê xwe bixin û bispêrin rejîma Sûriyê, stratejiya wan wisa ye ji destpêkê ve heta niha, ka çi karibin ji Amerîkayê bistînin, radestî rejîma Sûriyê bikin.”

Gedo eşkere kir: “Di baweriya min de, dê êrîş çênebe li ser Eyn Îsa weke êrîşa Serê Kaniyê an weke Efrînê.”

Şelal Gedo destnîşan kir: “Hemû çavdêr dizanin ku biryara Opozîsyona Sûriyê, a Îtilafê bi taybetî, beşeke mezin jê, di destê Tirkiyê de ye. Îtilaf li wê derê mêvan e û siyaseta Tirkiyê cîbicî dike. Nêrînên Tirkiyê guhdarî dike û nikare bibêje na jî.”

Derbarê helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ya li hember êrîşên li rojavayê Kurdistanê diyar kir: “Em weke ENKS di nava Îtilafê de bi dehan caran em li dijî helwestên Îtilafê sekinîne, bi taybetî dema ku nêrînên Tirkan cîbicî dikin.”

Şelal Gedo eşkere kir: “Helwesta me weke ENKSê, ne bi helwesta Îtilafê re ye li ser van êrîşan, êrîşa van artêşan ku navê xwe dikin Artêşa Niştimanî, em ne bi êrîşên wan re ne û em bi tiştên ku li Efrînê dikin, an li Serê Kaniyê dikin, an li Girê Spî dikin, an şerê ku aniha li Eyn Îsayê dikin û gundê derdorê wê, bi taybetî talaniya xelkê û wêraniya xelkê, em ne pê re ne û em vê bi eşkere dibêjin.”

Endamê Desteya Siyasî ya Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Şelal Gedo diyar dike ku aniha Îtilaf li ser asta cemawerî lawaz bûye û ev encama siyaseta neserbixwe ya Îtilafê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin