Şaristanîyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin

Şaristanîyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin

Ekolojîst Ertûgrûl Barka ji bo Heskîfa di bin avê de hat hiştin dîyar kir ku bi vî awayî armanc tunekirina bîra çandî ye û got: "Şaristanîyek, ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin."

A+A-

Her diçe bîlanço û texrîbata bendava ku heskîfê di bin avêd e hişt zêde dibe. Lê belê hikûmet û sazîyên çapemenîyên yên girêdayî hikûmetê jî vê yekê manîpule dikin û wekî tiştek baş hatibe kirin nîşan didin. Çend roj berê Ajansa Anadolûyê (AA) wêneyê  Heskîfê yên dawî parve kiribû û gotibû "Heskîfa bi ruyê xwe yê nnû li benda mêvanê xwe ye." Ekolojîst Ertûgrûl Barka, wêneyên ku bûn cihên bertekên tund şîrove kirin û got, bi vî awayî armanc tunekirina bîra çandî ye. 

 

DÎROK Û XWEZA DI BIN BETONÊ DE HAT HIŞTIN 

 

Barka ku got "Wexta welatîye biçe Heskîfê wê ji xeynî qirkirineke çandî û dîrokî tu tiştî nebîne" û got, bi bendavê re çand û dîroka bajêr di bin betonê de hatîye hiştin. 

 

‘CÎHAN HAY ZIRARÊ HEYE, LÊ BÊDENG E' 

 

Barka, anî ziman ku ji roja ku komar hatîye avakirin heya niha polîtîkayên ji bo tunekirina çand û dîrokê qet enguherîne û got, li welêt mafê jîyanê yê çand û bawerîyan tê binpêkirin. Barka, got: "Tunekirina Heskîfê berdewama vê polîtîkayê ye. Çi astengîyên li ber tîrkîbûnê hebin gişa ji holê radikin. Li wir çandekê, dîrokekê, bîrekê tune dikin. Kokên mirovan ji holê radikin. Eynî wekî Kurdistana Îranê ku ava li nêzî Palanganê ji çîyê diherikî û ji bo kurdan pîroz bû, rabûn bendav danîn ber. Li vira jî bi tunekirina Heskîfê gelek nirxên din jî tune dikin. Cîhan hay ji zirara li Heskîfê hatîye kirin heye. Lê giş bêdeng in. Hin berhem hene malê mirovahîyê ne." 

 

Barka, anî ziman ku nha têketina her bajarî dişibe hev du û got, kesayetya bajaran nemaye. Barka got: "Kesayetîya welêt jî nemaye. Ev welat, bi tunekirina Heskîfê asas kesayetîya xwe tune kir. Dawîya dawî wê di bin vê enqaza çandî de bimînin. Mîrateyeke .andî a 12 hezar salan, şaristanîyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin. Ma wijdanê mirovahîyê qebûl dike? Helbet li Heskîfê mesele ne aborî ye. Mesele armancên polîtîk û eskerî ye. Hem erdnîgarîyê hem jî jîyanê tune dikin û pêşkeşî xwe dikin. Ev sîyaseteke ku partîyên dewletê li ser li hev dikin."

 

Herî dawî Barka got: "Divê em Heskîfê û Behra Reş bi hev re bifikirin û li xaleke hevpar bînin cem hev." 

MA

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin