Şandeke Herêma Kurdistanê beşdarî civîna Netewên Yekbûyî dibe

Şandeke Herêma Kurdistanê beşdarî civîna Netewên Yekbûyî dibe

Şandeke Herêma Kurdistanê beşdarî civîna Netewên Yekbûyî dibe

A+A-

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî civîneke Netewên Yekbûyî ya bi taybet li ser kesên hatine wendakirin dibe.

Li gor Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî diyar kir, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî civîna Netewên Yekbûyî ya taybet bi xûla 19a rêkeftina parastina hemû kesan ji wendakirinê dike, ku dê bi awayê videokonferansê bê lidarxistin û şanda Herêma Kurdistanê dê ji Bexdayê ve beşdar bibe.

Dîndar Zêbarî da zanîn, beşdariya Herêma Kurdistanê di çarçoveya komîteya nivîsandina raporên taybet bi wan rêkeftin û peymanên navdewletî de ye ku Hikûmeta Iraqê jî tê de endam e.

Zêbarî got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê gotara xwe di civîna Netewên Yekbûyî de pêşkêş bike, da ku carek din dupat bike ku pabendî rêkeftinên îmzakirî ye.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, me amarên hûr di derbarê bêserûşûnên li Herêma Kurdistanê de ji sedsala derbasbûyî ve û heta şerê DAIŞê, amade kiriye û em dê ji cîhanê re eşkere bikin.

Biryar bû di destpêka meha Nîsana îsal de civîna xûla 19 a lijneya taybet bi rêkeftina parastina wendayiyan li baregeha Netewên Yekbûyî li Cenevê bihatiba lidarxistin, lê belê ew civîn bi sedema Koronayê hat paşxistin û biryar hat dan, ku di rojên 5-7 Cotmehê de bi awayê videokonferans bê sazkirin.

Şanda Herêma Kurdistanê dê li baregeha UNAMI li Bexdayê tevlî civînê bibe.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin