Şanda Swêdê li Rojavayê Kurdistanê serdanên xwe didomîne

Şanda Swêdê li Rojavayê Kurdistanê serdanên xwe didomîne

Şanda Swêdê li Rojavayê Kurdistanê serdanên xwe didomîne

A+A-

Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd li gel şanda Wezareta Derve ya Swêdê ya ku di vê demê de serdana Rojavayê Kurdistanê dike, civiyan. Şandeya Swêdê li Hesekê bi Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî re civiya.

Şandeke Wezarta Derve ya Swêdê ku ji  nûnerê taybet bi dosyaya Sûriyê yê Wezareta Derve ya Swêdê Per Ornius, berpirsiyarê dosya mirovahî û alîkariya li Wezareta Derve ya Swêdê Per Dansk û şêwirmendê siyasî Carl Anderson pêk tê, serdanên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê didomîne.

Li gorî medya nêzîkî Rêveberiya Xweser, nûnerê taybet ê dosyeya Sûriyê li Wezareta Derve ya Swêdê, Pier Orînos û şanda pê re, li gel nûnerên Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) civiyan û tê de danûstandinên di navbera aliyên Kurdî û piştevaniya Swêdê û helwesta wê ya erênî di derbarê Rêveberiya Bakurê Rojhilatê Sûriyê de hatin gotûbêjkirin.

Şanda Swêdê herweha di roja sêyemîn a gera xwe de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) Mazlûm Kobanî re civiya. Şandê peyama Wezîra Derve ya Swêdê gihand HSDê.

Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) , ku yek ji partiyên Yekîtiya Niştimanî ye, Nesredîn Ibrahîm ragihand diyar kir ku di civînê de piştgiriya Swêdê bo Rojavayê Kurdistanê û danûstandinên aliyên Kurdî mijarên sereke yên gotûbêjan bûn û şanda Swêdî piştgiriya xwe bo Rêveberiya Xweser û danûstandinên aliyên Kurdî nîşan da.

Nesredîn Ibrahîm diyar kir ku sîstema Rêveberiya Xweser radestî ENKS hatiye kirin da ku pêdaçûnê bi mekanîzma beşdariya xwe ya di rêveberiyê de bike.

Li aliyekî din, Endamê Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji Rûdaw re ragihand, ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê jî, wê Îro roja Sêşemê li gel şanda wezareta derve ya Swêdê bi serokatiya Pier Orînos bicive.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin