Rûsya: Mîlîtanan birin Qerebaxê

Rûsya: Mîlîtanan birin Qerebaxê

Rûsya: Mîlîtanan birin Qerebaxê

A+A-

Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku di şerê navbera Ermenistanê û Azerbeycanê ya li ser Qerebaxê, çekdarên grûbên ji Lîbya û Sûriyê birin deverê. Wezaret li ser mijarê weha got:

“Sûriye û Lîbya di nav de, ji welatên derve, ji grûbên derveyê qanûnan de, bo raste rast tevlî şer bibin, çekdaran dibin deverê. Em ji vêya gelek bi endîşene. Em bang li dewletan dikin ku terorîstên biyanî û leşkerên biyanî di van şeran de bikar neynin.”

Mala Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê SOHR ku navenda wê Îngîltere Londraye, ragihandibû ku Tirkiye ji grûbên “Sultan Murad” û “El êmşad” ê di ser 300 kesan de ji bajarê Efrînê biriye Qerebaxê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin