Rojava | Rêxistinên sivîl ji ber qutkirina avê giliyê Tirkiyê li 5 welatên NY kirin

Rojava | Rêxistinên sivîl ji ber qutkirina avê giliyê Tirkiyê li 5 welatên NY kirin

Hejmarek Rêxistinên Civaka Sivîl ên Kurd û Sûriyê, li ser binpêkirinên mafên mirovan û qutkirina ava santrala Elok giliyê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

A+A-

Hejmarek Rêxistinên Civaka Sivîl ên Kurd û Sûriyê, li ser binpêkirinên mafên mirovan û qutkirina ava santrala Elok giliyê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

Hat ragihandin ku wan 7 rêxistinên civaka sivîl, ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmên ketine bin dagirkeriya Tirkiye û çekdaran û qutkirina ava westgeha Elok a Hesekê, giliyê Tirkiyê li 5 welatên daîmî yên li NY kirin.

Rêxistinan di gilînameya xwe ya 1ê Îlonê pêşkeşî NY kirine de, qutkirina ava vexwarinê ya westgeha Elok ji aliyê Tirkiyê ve ji bo mebestên siyasî şermezar kirin û xwestin Netewên Yekbûyî lêkolînekê li ser qutkirina ava westegeha Elok li ser Tirkiyê bike.

Rêxistinên sivîl dixwazin westgeha avê ya Elok ji kontrola Tirkiyê û komên çekdar bê derxistin û di bin çavdêriyeke navdewletî de û bi rêvebiriyeke sivîl û pispor bê birêvebirin, daku av li ser xelkê navçeyê neyê qutkirin.

Ji ber qutkirina ava westgeha Elok zêdetirî 800 hezar kes ji xelkê deverê û bi hezaran kes ji mişextên navxweyî yên li kampên wê herêmê dikevin bin fişara bê aviyê.

Piştî ku di meha Cotmeha 2019an de bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî û gundewarên wan ketin bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar, gelek caran ava westgeha Elok li ser xelkê Hesekê û bajarokên derdorê hatiye qutkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin