Rojava | Li Qamişlo bi pêşengiya ENKSê 'Roja Ala Kurdistanê' hat pîrozkirin

Rojava | Li Qamişlo bi pêşengiya ENKSê 'Roja Ala Kurdistanê' hat pîrozkirin

.

A+A-

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), îro 17ê Kanûnê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi merasîmekê ‘17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê’ pîroz kir.


Di merasîma pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê de ku ENKSê pêşengiya wê kir, xelkê Rojavayê Kurdistanê jî bi hilgirtina alan beşdarî kir.

Endamê rêveberiya ENKSê Silêman Oso bi boneya vê rojê pîrozbahî li xelkê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir ku Ala bingeh û sembola berxwedanê ye û bi hezaran kesan jiyana xwe bo vê Alê û bilind ragirtina wê daye.

Oso spasiya hêza Pêşmerge kir ku îro jî berevaniyê li Ala Kurdistanê dikin û bilind radigrin.

Herwiha spasiya xelkê Qamişlo jî hat kirin ku beşdarî merasîmê bûne û roja Alê zindî û bilind ragirtine.

Di daxuyaniya ENKSê de kiryarên çend rojên borî yên êrîşkirina ser ofîsên wan jî hat şermezarkirin û daxwaz ji hemû partî û aliyên Kurdistanî hat kirin, yekdest û yekgirtî bin ji bo xatirê doza netewî ya kurd.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin