Nezir Akat

Nezir Akat

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Rêxistina ji bo Serweriya Neteweyî: Ji Restorasyona Tahrîbatan ber bi Parastina Domdariya Neteweyî û Ronîkirina Pêşerojê

A+A-

Nezîr Akat


Di serdema me ya nûjen de pirs û mijara neteweyî ne tenê pirsên nasname, ziman û çandê ne; ew di heman demê de pirs û pirsgirêka îradeya rêxistinkirina sîyasî, statûya neteweyî û hêza civakê ji bo bidestxistina derfeta biryargirtina çarenûsa xwe bi xwe ye. Ji ber vê yekê, ji bo neteweyek ku bi tahrîbatên şer, bi înkar, asîmîlasyon û manîpûlasyona têgihiştina mafên neteweyî ve rû bi rû mabe, tenê parastina rewşa îroyîn têr nake. Pêdivî bi kapasîteya civakî û neteweyî ya avakirina civateke nûjen heye.

Di rewşa Kurdên Bakurê Kurdistanê de, ev pirs hînê girîngtir e. Şerê dirêj ku bi wêranîya welat ve bi encam bûye, polîtîzîkerina doza Kurd û Kurdistanê ku bi sîstema yek partîtyê û yek serokî ve hatîye girêdan, siyaseta înkar û asîmîlasyonê ya stratejîya tinekirinê û herweha alozkirina mafên neteweyî, tenê bi armanca demokratîzekirina dewleta dagîrker û  bidestxistina mafê hemwelatiya wekhev, çareserîyê na afirîne lê berevajî wê mijarê û dozê aloztir û tevlihevtir dike ku ew bixwe ji rêya neteweyî bidûrketî ye.. Ji aliyekî dewlet pirsa Kurd û Kurdistanê bi siyaseta ewlehiyê ve girêdaye, ji aliyê din ve jî şer û rêbazên çekdarîyê wek alternatîfa tek û tenha derxistîye pêşîya tevgera neteweyî. 

Ji bo îro em di serdemeke nûjen de tevdigerin pêwîste em nav li vê pêvajoyê bikin û pêdivîyên navlêkirinê jî binav bikin. Neteweya Kurd çawa dikare tahrîbatên ku li ser kapasîteya wê ya civakî û neteweyî hatine sepandin restore bike û manîpûlasyona mafên xwe sererast bike. Em dê çawa karibin pêşî li asîmîlasyona neteweyî bigirin û xwe wek neteweyekî serdemî organîze bikin ku em bikaribin ber bi serweriya neteweyî ve têbikoşin?

Di vê çarçoveyê de nirxandina serweriya neteweyî ne tenê dibe armanceke dûr. Ew asoya siyasî ya pêvajoyeke dirêj e. Di vê pêvajoyê de netewe ji hebûna xwe ya civakî û dîrokî ber bi îradeya xwe ya neteweyî ve gav tavêje. Lê ev ne bêhnvedaneke. Berevajî wê, ew îradeya domdarîya neteweyî organîze dike. Êdî ji vir û pêde rêxistina neteweyî ber bi hêza biryardêr ya ku  li ser çarenûsa xwe xwedî vîn û hest e statuya neteweyî zindî dike.

1.Tahrîbatên şer û pêdiviya restorasyona civakî û neteweyî

Şerê dirêj yê koordînîzekirî li Bakurê Kurdistanê ne tenê tahrîbatên fîzîkî û malwêranîyê afirandîye. Ew bixwe di vê pêvajoya dirêj de, têkbirina têkiliyên civakî, hêvî û bawerîya rêxistinî, pabendîya bi çand, bîranîn û hestên neteweyî jî, ya ji holê rakirîye yan jî bixwe bûye asteng li pêşîya pêşveçûna wan. Civateke ku bi salên dirêj di şertên şer û krîzê û di rewşa awerte de jîya be, yan jî jîyaneke weha li ser îradeya wî hatibe sepandin, dikare hêdî hêdî hêza xwe ya afirandina ramanên avakirina pêşerojê ji dest bide.

Ji ber vê yekê restorasyon, takekesan derbas kirîye û bûye pirsgirêka civateke dîrokî ango pirsgirêka neteweyekî. Di vê mijarê de netewe hedefa sereke ye. Avahî bi wateya dezghan, bi serê xwe bersîva pêdivîyên civatê nade. Pêdivî bi avakirin û bidestxistina kapasîteya civakeke nûjen  ya dînamîk û afrendêr heye. Têkiliyên civakî ku bûne têkbirina baweriya di navbera kes û civakê de, perwerde û têgihiştineke civakî, zindîkirina çand, ziman û saziyên sivîl, avakirina mekanîzmayên hevkarîya civakî û neteweyî dikare bibin palpiştên destpêkî.

Divê em cûdabûna restorasyon û vegerandina rewşa berê wek du têgînên pêwendîdar, lê ne wekî yek binirxînin.. Armanc ne vegerandina rewşa berê ye. Armanc ew e ku ji rewşa berê û ya îro sûd wergirtin be û kapasîteyeke nûjen a civakî lê li ser bingehê neteweyî, azadîxwaz, bi prensîbên şefafî avakirin be.

2.Manîpûlasyona mafê neteweyî û nûjenkirina epistemolojiya mafan

Tahrîbat ne tenê li ser saziyên civakî hatine kirin, lê herweha li ser zanîna civakê ya mafên xwe yên rewa jî, tahrîbatên ramanî yên sîyasî hatine amade kirin. Ji ber vê yekê pêdivî bi nûjenkirina epistemolojiya mafên neteweyî heye. Ev guherîna epistemolojîk girîng e. Lewra netewe nikare mafên xwe biparêze, heger ew mafên xwe bi têgihiştineke zelal nas neke.

Di vê çarçoveyê de têgihiştina Wekhevîya hemwelatiyê jî divê ji nu ve bê şîrovekirin. Parastina mafên takekesan li hemberî dewletê girînge; lê ew mixabin manîpulasyona mafên neteweyî ji holê ranake û domdariya neteweyî jî misoger nake. Loma jî pêdivî bi maf û garantiyên kolektîf heye. Loma jî ji bo bêbandorkirina manîpulasyonên mafên neteweyî pêdivî bi nûjenkirina epîstemolojîya mafên neteweyî heye.

3.Pêşîlêgirtina asîmîlasyona neteweyî û parastina domdariya neteweyî

Asîmîlasyon ne tenê jibîrkirina zimanê dayikê ye. Ew di heman demê de  jibîrkirina bîranîn, dîrok, çand, hestên bi girêdana civakî ve pêwendîdarin, wek şexsîyeta civakî û qelsbûna îrade û bîra kolektîf bi xwe ne.

Ji ber vê yekê pêşîlêgirtina asîmîlasyonê divê di helwesta hevbeşîya avakirina sîwana neteweyî de bibe armanca sereke. Çand, ziman û dîrok divê ne wek folklorîk bên şîrovekirin, lê wek mekanîzmayên zindîkirina nasnameyê werin dîtin. Li vir têgîna domdarîya neteweyî roleke sereke digre.

Ji ber vê yekê statûya neteweyî dikare bibe yek ji garantiyên sereke yên domdariya neteweyî. Statû ne tenê navê rêxistin û struktura erdnîgarî ya siyasî ye; ew mafên ziman, çand, perwerde, rêveberî û temsîla siyasî di çarçoveya qanûnî de, misogerkirina meşrûîyeta neteweyî ye. Statû bi kîjan formê dibe bila bibe divê ew prensîbên mekanîzma garantiyê ya domdariya neteweyî di nava xwe de bipêçe û bikaribe bibe sengera dijî asîmîlasyonê. Lê her weha divê ev struktur bi kapasîteya xwe bikaribe tahrîbatên civakî jî bikewîn e.

4.Bi kapasîteya siyasî, rêxistina neteweyî

Restorasyona civakî û zelalkirina mafên neteweyî, dikarin di qonaxên cuda de, di qada neteweyî de, ne tenê di qada yek yek partîyên sîyasî de, biencam bibin. Ev qonax, bi xwe re derfetên qonaxeke nu ya organîzekirina civakê amade dike. Netewe nikare tenê bi hest, nasnameya xwe daxwazên xwe organîze bike. Pêdivîya neteweyî bi kapasîteya dezgehî yên zanistî, aborî, çandî û siyasî heye ku bikaribe xwe organîze bike.

Organîzekirina neteweyî ya serdemî ne wateya avakirina yek rêxistin an yek partiyê ye. Berevajî wê, ew dikare bi têgihiştina ekosîstemeke neteweyî ve akademî, sazîyên ziman û çandê, medyayên serbixwe û azad, rêxistinên civakî, komên profesyonel, sazûmanên aborî, rêveberiyên herêmî û aktorên siyasî dikarin bi awayekî pluralîst tevlê bibin û bibin sîwana sîyasî û îradeya neteweyî.

Ev pluralîzm ji bo neteweya Kurd û pêkhateyên Kurdistanê girîng e. Li vir cîyê gotinê ye ku Kurdistana xwedî struktur ya statuya sîyasî, dezgeha pêkvejîyana cudahîyên etnîkî û bawerîyan e. Kurdistan ne tenê welatê Kurdan e, lê herweha welatê hemî pêkhateyên Kurdistanê ye. Ne Kurdistan yek reng e û nejî neteweya Kurd yek reng  û yek deng e. Di nav neteweyê de hebûna dîtinên cuda yên siyasî, olî, felsefî û civakî xwezayî ne. Tişta ku wan dike neteweyek yekpare ne yekrengiya wan e, lê bingehên hevpar ên zimanî, dîrokî, çandî, sîyasî  û îradeya neteweyî ne.

Di vê qonaxa organîzekirina neteweyî de, divê îradeya siyasî û îradeya neteweyî  ne wekî yek îradeyê tevbigere. Ew pêwîst e di qonaxeke guncav de, bi daxwazên hevbeş bi hev re bêne girêdan. Îradeya siyasî dikare bi rêya partî û dezgehên sîyasî xuya bibe; heger şert û mercên hilbijartinên demokratîk yê temsîlîya sîyasî hebin, îradeya sîyasî bêtir xuya dibe. Îradeya neteweyî ji îradeya sîyasî mezintir e. Ew bi kapasîteya civakê ya ku çarenûsa kolektîf ya neteweyî pêk tîne girêdayî ye.

Bi vê minasebetê em dikarin bêjin;  Netewe divê ji reaksiyonê ber bi stratejiyê ve here; ji têkoşîna rojane ber bi plansazîyeke demdirêj biçe û ji siyaseta yekdengî ber bi avakirina sîwana pluralist gav bavêje.

5.Rêvekirina ji bo serweriya neteweyî û ronîkirina pêşerojê

Di encamê de, têgeha serweriya neteweyî, bi taybetî bi wateya hêza neteweyê ya ku çarenûsa xwe bi îradeya xwe ya azad û bi rêbaz û prensîbên demokratîk û qanûnî diyar bike tê şîrovekirin.

Bi vê perspektîfê, pênaseya serweriya neteweyî ne tenê armanceke siyasî ya dawî ya neteweyî ye; ew herwiha pîvana kapasîteya neteweyî di şert û mercên cuda de ya xwe, bixwe birêvebirinê ye.

Ronîkirina pêşerojê wek hêvîya sereke û zindîkirina şûûra hevgirtina civakî, zelalkirina asoya sîyasî ya dawîn ya vê pêvajoyê ye. Netewe nikare tenê li ser tahrîbatên berê û êşên îro rawest e û biponije. Divê ji xwe bipirse: Em dixwazin çi ava bikin? Çawa dixwazin bijîn? Kîjan statû dikare domdariya me garantî bike? Çawa dikarin di nav civakeke demokratîk û piralî de bi kesên din re hevjiyana wekhev ava bikin? Vîzyona pêşerojê divê ji berê zêdetir li ser avakirinê be. Ev avakirin ne tenê siyasî ye; ew civakî, çandî, zanistî, aborî û exlaqî jî ye.

Dawîn: Neteweya Kurd ji bo ku wek neteweyekî serdemî bidome û bi vê helwestê tevbigere, divê ji rewşa pirsgirêka ku çarenûsa wî ji alîyên dereke yên cuda ve tê pênasekirin azad bibe û ew bixwe bibe hosta û hozanê pênasekirina xwe. Divê êdî Kurd bibin hostsyên dîwarên xwe. Mafên xwe bi awayekî zelal binav bike, ziman û çanda xwe bi sazîyên xwe biparêze, civaka xwe organîze bike, kapasîteya siyasî ya hevbeş ava bike û statûya ku domdariya wî garantî dike, ji bo bidestxistina wan, bi rêbazên demokratîk û qanûnî tev bigere û meşrûîyeta xwe ya navneteweyî biparêze.. Ev rê ne tenê rêya parastina hebûna neteweyî ye; ew dikare bibe rêya ji nû ve avakirina îradeya neteweyî û amadekirina neteweya Kurd ji bo pêşerojeke azad, demokratîk û xwedî statû ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin