Rewşenbîrê Kurd Mihemed Şêx Birîmce ji ber Koronayê koça dawiyê kir

Rewşenbîrê Kurd Mihemed Şêx Birîmce ji ber Koronayê koça dawiyê kir

Rewşenbîr,  zimanzan û siyasetmedarê Kurd ê Efrînî Mihemed Şêx Birîmce îro li nexweşxaneyeke bakurê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê koça dawiyê kir.

A+A-

Mûmê Welat ku birayê Mihemed Şêx Birîmce ye ji K24ê re ragihand, Mihemed Şêx Birîmce ji ber pêketina bi vîrûsa Koronayê rewşa wî têk çûbû, îro li nexweşxaneyeke Semsûrê koça dawiyê kir.

Diyar kir jî, îro termê wî li goristina Osman Sebrî li gundê kolkê yê semsûr bi xakê hat spartin.

Mihemed Şêx Birîmce di heman demê de ku zaveyê xebatkarê Kurd Osman Sebrî bû, di sala 1955an li Efrînê jidayik bû, ji salên heftê yên sedsala bûrî ve di nav tevgera siyasî ya Kurdî de xebat dikir.

Mihemed Şêx Birîmce demeke dirêj li Şamê mabû, piştî despêkirina krîza Sûriyê koçî bakurê Kurdistanê bû û li gundê Kolkê yê Semsûrê bicih bûbû.

Siyasetmedar, nivîskar û zimanzan Mihemed Şêx Birîmce bi dehan helbest û gotar li pêgehên cuda belav kiribûn û yek ji damezrênerê Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî di sala 2006an de bû.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin