Rêveberiya Xweser: Bila Rûsya û Amerîka berpirsiyariyên xwe bi cih bînin

Rêveberiya Xweser: Bila Rûsya û Amerîka berpirsiyariyên xwe bi cih bînin

Rêveberiya Xweser: Bila Rûsya û Amerîka berpirsiyariyên xwe bi cih bînin

A+A-

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê, ragihand ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên dewam dikin û got: "Bi taybetî di demên dawî de, êrîşên li ser navçeya Eyn Îsayê zêde bûnen. Ji bo ku ev êrîş rê li ber şerekê mezin veneke, lazime ku aliyên çavdêr û di sêrî de Rûsya û Amerîka berpirsiyariyên xwe bi cih bînin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexasim li dijî navçeya Eyn Îsayê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Rêveberiyê di daxuyaniya da de, diyar kir ku Tirkiyeyê ji beriya çend rojan bi çekên giran êrişî navçeya Eyn Îsayê kir û ev agahî dan: "Ev êriş tevî bangewaziyên navneteweyî yên rawestina hemû operasyonên leşkerî li cîhanê, her wiha tevî lihevkirina Amerîka, Tirkiye ji aliyekî ve û Rûsya û Tirkiye jî ji aliyekî din ve, pêk tên. Ligel ku Rêveberiya Xweser bi Rûsya û Amerîkayê re lihev kiribûn ku behaneyên Tirkiyê yên pêkanîna êrişên li dijî herêmê nemînin û QSD`ê ji cihên ku li ser lihevkirin çêbûye, hêzên xwe vekişandibûn. Lê tevî van hemû lihevkirinan jî, Tirkiye êrişên xwe yên li dijî herêmê dewam dike û sivîlên li gundên ewle dike hedef. Di encamê de gelek sivîl, jin û zarok, bûn qurbanî û zirarek mezin gehişt mal û milkê şêniyên bajêr."  

Rêveberiya Xweser, di dewama daxuyaniya xwe de êrişên Tirkiyeyê û komên hevkarên wê pêk hatin şermezar kirin û bang li aliyên çavdêr, di serî de Rûsya û Amerîkayê kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin. Rêvberiya Xweser di heman demê de, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û aliyên hiqûqî yên têkildar kir ku bi rola xwe rabin û rê nedin ku Tirkiye van sûcan pêk bîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin