Rapora Tirkiyê: Di rewşa heyî de proseya endamtiyê ne mimkun e!

Rapora Tirkiyê: Di rewşa heyî de proseya endamtiyê ne mimkun e!

.

A+A-

Komîsyona Derve ya Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora derbarê têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de qebûl kir.

Li gorî rapora ku li ser malpera fermî ya PE hatiye weşandin, di rewya heyî de ne mimkun e poroseyeke nû ji bo endamtiya Tirkiye ya YEyê bê destpêkirin.

Di raporê de tê diyarkirin ku pêwîste rê û rêbazên nû ji bo hevkariya ligel Tirkiyeyê bên dîtin û Yekîtiya Ewropa jî amade ye, di mijarên avadankirina piştî erdhejê û penaberan de zêdetir alîkariyê bide Tirkiyeyê.

Herwiha bang li YE û Tirkiyê hatiye kirin ku ji bo ji vê rewşa bêçaretiyê derkevin çarçoveyeke rasteqîn bo pêwendiyên xwe pêk bînin.

Di rapora ku bi 47 dengan li beramber 10 dengên bêlayan hatiye qebûlkirin de, behsa paşketina demokrasiya Tirkiyeyê jî tê kirin û tê destnîşankirin, heger hikûmeta Tirkiye guhertinên binyadî neke ne pêkan e mercên proseya endamtiya YE werin bicihkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin