Qurbaniyên teqîna li Enqerê ya sala 2015an hatin bîranîn

Qurbaniyên teqîna li Enqerê ya sala 2015an hatin bîranîn

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya 5 saliya teqîna ku li Enqerê çêbûbû daxuyaniyek da û got, ew dê nehêlin ku qirkirinê ji bîra xelkê bibin.

A+A-

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, di 5 saliya teqîna Enqerê de ku rojeke 10ê Cotmehê pêk hatibû li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê çalakiya bîranînê li dar xist.

Di çalakiyê de Ji bo ku qûrbaniyan , deqeyek rêz hat girtin û wêneyên 103 kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest da bûn hatin hilgirtin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê diyar kir ku 5 sal di ser bûyera 10ê Cotmehê re derbas bûne ku di wê teqînê de mirovên aştîxwaz kirin armanc.

Berdevka Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Gonul Adibelî jî, diyar kir ku li dijî kesên li hemberî şer derketine û daxwaza aştî kirine êrîş pêk hat. 

Di wê teqînê de 103 kes bûne qurbanî, bi sedan kes jî kêmendam bûn û gelek ji wan hîna jî di bin barekî derûnî yê giran de ne.

Li gorî platformê, qirkirina 10ê Cotmehê li Enqerê, 6ê Hezîranê li Amedê û 20ê Temmuzê li Sirûcê, beşek ji êrîşên DAIŞê ne û heta ku encamder neyêne darizandin ewê nehêlin ku ew qirkirin werin jibîrkirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin