Qubad Talebanî: Em negihiştine rêkeftinê, lê em bi şikest venagerin

Qubad Talebanî: Em negihiştine rêkeftinê, lê em bi şikest venagerin

.

A+A-

Serokê şanda danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê Qubad Talebanî diyar kir: "Me li gel Bexdayê rêkeftin pêk neaniye, lê hevtêhiştineke baş çêbûye û em bi şikest venagerin."

Serokê şanda danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê Qubad Talebanî diyar kir: "Me li gel Bexdayê rêkeftin pêk neaniye, lê hevtêhiştineke baş çêbûye û em bi şikest venagerin."

Qubad Talebanî ku bi serokatiya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê îo roja dehem e li bajarê Bexdayê ye û bi awayekî berdewam danûstandinan li gel aliyên fermî û siyasî yên Iraqê dike, di bernameyekê de eşkere kir ku serdana vê carê, li ser mijara heqên darayî yên Herêma Kurdistanê û cîbicîkirina yasaya tijekirina valahiya budceyê ye.

Talebanî diyar kir: “Li gor yasayan erk û mafê me heye û ji me hatiye daxwazkirin ku dahata petrolê û ji bilî petrolê, radest bikin û li hember wê jî em li ser para xwe ya di budceyê de gotûbêj dikin.”

Herwiha eşkere kiriye: “Kêşeya navbera Hewlêr û Bexdayê tenê mûçe û budce nîne, di heman demê de kêşeyên destûr, yasaya petrol û gazê, Pêşmerge û madeya 140 di navbera her du aliyan de hene û heta niha nehatine çareserkirin.”

Qubad Talebanî destnîşan kiriye ku Herêma Kurdistanê ti car sedema paşketina beşên din ên Iraqê nebûye, berevajî vê, Kurd dê kêfxweş bibe ku hemû beşên Iraqê pêş bikevin.

Serokê şanda danûstankar a Herêma Kurdistanê eşkere kiriye ku niha zexteke mezin a siyasî heye ji bo ku pêşketina Herêma Kurdistanê were rawestandin û ev jî rêgirî li çareserkirina kêşeyan dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin