Qubad Talabanî li ser muzakereyên Bexdayê axifî   

Qubad Talabanî li ser muzakereyên Bexdayê axifî  

.

A+A-

Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokê heyeta bilind ya Kurdistanê bo hevdîtinên li Bexdayê Qubad Talabanî di derbarê hevdîtinên ku li Bexdayê dewam dikin axifî. Talabanî got ku ev 2 hefteye li Bexdayê hevdîtinên wan dewam dikin û ji rêkeftina li ser budçeya sala 2021 ê razîne.

Talabanî got ku hukumeta Iraqê budçeya sala 2021 ê tesdîq kiriye û hêvî dike ku di parlementoyê de bê qebûlkirin. Qanûna budçeyê berjewendiyên hevpar diparêze û li ser ‘qanûna deyndariyê’ heya niha ti hevdîtin nehatine kirin. Talabanî weha got:

“Qanûna deyndariyê bê amadebûna perlementerên Kurdistanê di parlementoya Iraqê de hatibû qebûlkirin. Em bo bicîhanîna vê qanûnê hatin. Em bi parlementoya Iraqê re, bi hukumetê re û bi siyasiyan re civiyan lê em li ser qanûnê neaxifîn. Em li ser bicîhkirina wê axifîn.”

Li hemberê teslîmkirina dahatên Herêma Kurdistanê ya budçeyî û yên di derveyê budçeyê de ku bidin hukumeta Bexdayê, heyet şert daniye ku ji 26 trîlyon Dînarên dahata hukumeta Bexdayê divê para hukumeta Herêma Kurdistanê bêdayîn. Di nava vê miqdarê de heya niha para Herêma Kurdistanê nehatiye diyarkirin û dixwazin para Kurdistanê bizanibin.

Talabanî got ku ji budçeya sala 2020 an heya niha tenê mehaneyên memûrên Kurdistanê bo 6 mehan şandine û 6 mehên mayî heya niha neşandine. Talabanî got ku di meha tebaxê de bi hukumeta Bexdayê re lihev kirine û hêvî dikin ku heya budçeya sala 2021 ê bê tesdîqkirin, deynê han bişînin Hewlêrê. Talabanî weha dewam kir:

“Sala 2021 ê wê salekî zahmet be. Pêdiviya me bi xebata bihevre û têkoşîna bihevre heye. Hêvî dikim ji Zaxoyê heya Besrayê siyasetvan bo çareserkirina pirsgirêkan bi heman armancê bixebitin. Di sala 2021 ê de hêviya min heye em ê serkeftinê bo Kurdistanê û xelkê Iraqê bidest bixin.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin