Qonaxeke din a dabeşkirina alîkariyên Amerîkayê bo Pêşmerge dest pê dike

Qonaxeke din a dabeşkirina alîkariyên Amerîkayê bo Pêşmerge dest pê dike

.

A+A-

Destpêka meha bê, qonaxa duyem a alîkariyên serbazî û lojîstîk ên Amerîkayê bi ser her du lîwayên 14 û 16 yên Wezareta Pêşmerge werin dabeşkirin, ev jî di çarçoveya proseya rêkxistina heykela lîwayên Pêşmerge de ye.

Ev biryara artêşa Amerîkayê ji bo dabeşkirina alîkariyên serbazî yên qonaxa duyem, di civînekê de ji aliyê fermande û tîma şêwirmenda bilind serbazî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê ve ji Wezareta Pêşmerge re hat ragihandin.

Di civîneke navbera Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û Fermandarê Bilind ê Hêzên Amerîkayê yê li Herêmê û şanda şêwirmendên serbazî yên Amerîkayê de, ku Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn û hejmarek ji efserên payebilind ên wezaretê amade bûn, amadekariya alîkariyên serbazî yên Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge, hat gotûbêjkirin.

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ragihand: “Alîkariyên serbazî û lojîstîk ên artêşa Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge, cihê pesn û girîngîdana me ye û bi van pêngavan hêzên Pêşmerge ber bi qonaxeke pêşketîtir gavan diavêje.”

Şoriş Îsmaîl herwiha diyar kir: “Em daxwaza şêwirmendên serbazî yên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê ji bo rêkxistina hêzên Pêşmerge û pêngavên ber bi pêkanîna hêzeke serbazî ya serdemî, ku serbixwe û yekgirtî be, bilind dinirxînin. Em bi navê gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê, spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê dikin.”

Îsmaîl eşkere kir: “Di destpêka meha bê de, bi merasîmekê, dê alîkariyên serbazî yên Amerîkayê pêşkêşî Wezareta Pêşmerge were kirin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin