Qeyûm karmendê ku strana kurdî parve kir ji kar derxist

Qeyûm karmendê ku strana kurdî parve kir ji kar derxist

Beytar Îsmaîl Taş ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê weke karmend dixebitî, ji ber ku beriya 2 salan li ser hesabê xwe yê medya civakî straneke kurdî parve kiriye, ji aliyê qeyûm ve ji kar hat derxistin. 

A+A-

 

Endamê Sendîkaya Tum-Bel-Sen’ê Îsmaîl Taş ku li şaredariyê weke beytar dixebite, bi biryara Lîjneya Bilind a Disiplînê ji kar hat derxistin. Weke hinceta ji kar derxistinê jî parvekirina beriya 2 salan a straneke kurdî ya li ser hesabê medya civakî ya Taş hat nîşandan. 

ZILMA LI HEMBERî XWE VEGOT

Taş, derbarê rewşa xwe axivî û diyar kir ku beriya ku Şaredariya Mêrdînê bibe Şaredariya Bajarê Mezin li şaredariyê dest bi kar kiriye û wiha got: “Di sibata 2018’an de li ser îxbarekî hatim binçavkirin. Piştî binçavkirina 10 rojan min bi daxwaznameyekê xwest careke din vegerim karê xwe lê bi hinceta destpêkirina lêpirsîna îdarî min negirtin kar. Ji ber ku ji îxbara hatibû kirin tiştekî derneket, bi angaşta ku min bi straneke kurdî ya li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kiriye “Propagandaya rêxistinê” kiriye, doz li min vekirin.  Di dozê de salek û 3 meh ceza li min birîn lê biryara “Aşkerakirina Hikmê ji Piştre Hiştinê” dan. Dema şaredarî di destê HDP’ê de bû vegeriyam karê xwe lê piştî tayînkirina qeyûm careke din ji kar hatim derxistin. Piştî ji kar derxistin 18 meh şûn de derbarê min de lêpirsîn dan destpêkirin. Pêvajoya hiqûqa îdarî bi awayekî neheq li ser min pêkanîn. Lewre dema ku karmendekî ji kar bê derxistin divê piştî 6 mehan lêpirsîna îdarî bê destpêkirin.” 

Derbarê mijarê de Hevseroka Şaxa Tum-Bel-Sen’ê ya Mêrdînê Denîz Araç jî diyar kir ku bi fermana qeyûman li dijî karmendan bi destê burokratên ku ji derve hatine bajar hiqûqa dijminahiyê tê pêkanîn. Êrîşa qeyûman a li hemberî endamên me bi vê ne bi sînor e û ev tişt anî ziman: “Divê ji kar derxistina li hemberî endamên me ya ji ehlaq û demokrasiyê dûr raweste û endamên me yên ji kar hatine derxistin vegerin ser karê xwe.”

 

MA / Ahmet Kanbal

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin