Qamişlo | Cegerxwîn di 36emîn salvegera wefata wî de hat bibîranîn

Qamişlo | Cegerxwîn di 36emîn salvegera wefata wî de hat bibîranîn

Di 36emîn salvegera wefata wî de helbestvanê netewî yê Kurd Cegerxwîn li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li ser gora wî bi merasîmekê hat bibîranîn.

A+A-

Di merasîma bîranînê de Endamên Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê-Sûriyê beşdarî kirin.

Piştî ku destegul li ser gora Cegerxwîn a li malaya wî ya Taxa Xerbî ya Qamişlo hatin danîn, beşdarên merasîmê li ser helbestvanî û têkoşîna Cegerxwîn a bo Kurdayetiyê axaftin kirin.

Nivîskar û rewşenbîrên Kurd di merasîma bîranîna Cegerxwîn de, bang li hemû nivîskar û gelê Kurd kirin bibin şopdarê rêya netewî ya Cegerxwîn.

Helbestvanê netewî yê Kurd Seydayê Cegerxwîn kî ye?

Roja 22yê Cotmeha sala 1984an li Stocholmê Paytexta Swêd, nivîskar û Helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn koça dawiyê kiribû. Seydayê Cegerxwîn li pişt xwe berhemeke dewlemed ji helbest, ferheng û çîrokan hîştiye. Cegerxwîn jiyana xwe di nava wêje û siyasetê de derbas kir. Ji ber karê xwe yê siyasî jî, çend caran ji Rojavayê Kurdistanê derketiye.

Seydayê Cegerxwîn di wêjeya kurdî de xwediyê roleke mezin bû. Ew wek mamosteyê edebiyata kurdî jî hatiye binavkirin.

Di sala 1920an li dîbistana olperestî xwend û ji bo xwendinê, çend salan li Kurdistana Iraq, Kurdistana Îran û Kurdistana Sûriyê geriyaya û ji nêzîk ve rewşa miletê kurd li parçeyên Kurdistanê şopand.

Seyda li sala 1927'an jiyana hevjîniyê ligel  keça xalê xwe pêk anî û li Amûdê bicih bibûn. Sala 1928 yekem dîwana xwe nivîsand ku tê de behsa jiyana xwe jî kir.

Cegerxwîn û hevalên xwe li sala 1937-1938'an komeleya ciwanan li bajarê Amûdê vekirin, lê wê demê fransiyan girt. Sala 1946an Cegerxwîn mala xwe bir Qamişlo û dest bi jiyana siyasî kir û bi komeleya Xweybûn re kar kir. Di wê salê de bi hevalên xwe re Civata Azadî û Yekîtiya Kurd avakirin. Dr. Ehmed Nafiz serok wê bû û Cegerxwîn jî sekreterê wê bû.

Seyda ji sala 1946 heta sala 1973 jiyana xwe di navbera Kurdistana Sûriyê, Kurdistana Iraqê û Libnanê de derbas kir. Gelek caran ji ber kar û xebata xwe ya siyasî, ji aliyê rijîma Sûriyê ve hatiye girtin. Ji ber gufaşên zêde yên desthilata Sûriyê, neçar ma di sala 1979an de koçî welatê Siwêdê  bibe û jiyana xwe li wir derbas bike.

Cegerxwîn roja 22 Cotmeha sala 1984an li Stokholmê koça dawiyê kir û li pişt xwe berhemeke dewlemend ku ji 8 dîwanên helbestê û 11 pirtûkên ku behsa dîrok û ferhenga kurdan dike pêk tê, li pişt xwe hîşt. Herweha nêzîkî 29 pirtûkên wî yên din jî hene, lê hîn nehatine çapkirin. Gelek hunermendên kurd helbestên wî kirine sitran, ya herî bi navûdeng jî “Kî Me Ez” ku hunermend Şivan Perwer straye.

Helbestvanê gewre Cegerxwîn di jiyana xwe de li ser gelek tiştan rawestiye û nivîsiye. Bang û hawarên wî her tim ji bo yekîtiya kurdan û azadiya Kurdistanê bûn. Di helbestên xwe de behsa her tiştî kiriye, ziman, dayik, welat, jin, jiyan, evîn, xebat û têkoşînê û li ser hejar û dewlemendan jî nivîsanisye. Lewma gotin û helbestên wî li ser zimanê her kurdekî ne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin