PYD: Şewitandina baregehan li Başûrê Kurdistanê nayê qebulkirin

PYD: Şewitandina baregehan li Başûrê Kurdistanê nayê qebulkirin

.

A+A-

Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) li ser şewitandina avahiyên dezgeh û saziyên fermî û baregehên partiyan di xwepêşandanên Başûrê Kurdistanê de ragihand ku ew yek nayê qebûlkrin û bikaranîna tundiyê zirarê digihîne saziyên giştî.

Nûnertiya PYDê y a li Herêma Kurdistanê derbarê xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û têde red kir ku destê hin penaberên Rojavayê Kurdistanê di xwepêşandanên vê dawiyê yên Silêmanî û Helebce û hin bajarên de hebe.

Nûnertiya PYDê di daxuyaniya xwe de got: “Li Başûrê Kurdistanê ji çend rojan ve li gelek bajaran, ji bo pêşxistina rewşa jiyanî û dayîna mûçeyên karmendan xwepêşandan li dar dikevin. Di wan xwepêşendanan de gelek baregeh û hinek cihên din hatin şewitandin. Hinek başdarên xwepêşandanan tundî bi kar anî û Kurdên ji Rojava pê hatin tawanbarkirin. Gelek Kurdên ji Rojava bi vê bihaneyê hatin girtin.”

PYD red kir ku destê hin penaberên Rojavayê Kurdistanê di xwepêşandanên de heve û got: “Divê bi çavê tawanbariyê li Kurdên ji Rojavayê neyên nêrîn. Ewlehiya li Başûrê Kurdistanê ji erka hemû kesan e ku li wir dijîn. Lewra divê ji tundiyê bi dûr kevin. Em bang li hemûyan dikin ku xwedî li giyanê berpirsyariyê û hevkariyê derkevin da ku vê aloziyê derbas bikin.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe PYD dibêje xwepêşandan ji bo başkirina rewşa xelkê ye bi rêyên aştiyane, ev jî mijareke navxweyî ya Başûrê Kurdistanê ye û got: “Bikaranîna tundiyê zirarê digihîne saziyên giştî û ew yek nayê qebûlkirin û xizmeta daxwazên xwepêşanderan nake.

Nûneratiya PYDê li Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, nabe bûyerên çêdibin bibe sedema zextê li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin