Putin û Macron ji Azerbaycan û Ermenîstanê daxwaza agirbestê kirin

Putin û Macron ji Azerbaycan û Ermenîstanê daxwaza agirbestê kirin

Ji bo şerê di navbera xwe de rawestînin, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bang li Azerbaycan û Ermenistanê kirin.

A+A-

Li gor Kremlînê ragihand, Putin û Macron‘’agirbesteke demildest’’ xwestiye. Jêderên Serokomariya Fransa jî diyar kirin, ku her du rêber ser pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê ketine fikaran.

Rêberên Fransa û Rûsya, ku her du jî endamên Koma Mînskê ne, didin zanîn ku ew amade ne li ser navê komê bang li Azerbaycan û Ermenistanê bikin û hewl bidin wan vegerînin ser dîyalog û danûstandinê.

Li gor jêderên Serokomariya Fransa, Macron û Putin amade ne ku bo çareseriya li herêmê, lezekê bidin hewldanên dîplomatîk.

Yek ji endamên din yên Koma Mînskê, Amerîka ye. Çaverê ye ku Macron bi Serok Donald Trump re jî ser girjiya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de biaxife.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin