Profesorê Kurd li Kanadayê Xelata Hertbersg ya zanistî wergirt

Profesorê Kurd li Kanadayê Xelata Hertbersg ya zanistî wergirt

.

A+A-

Zanyarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Prof. Îbrahîm Kerîmî li Kanadayê, xelata zanistî ya Hertbersg wergirtin.

Profesor Îbrahîm Kerîmî 22yê Kanûnê li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihandiye ku li saet 14:00 bi dema Otawa ya Kanadayê û bi awayê online ji dika Zoom ve gotarek derbarê fîzîka kuantom de pêşkêş kiriye û piştî gotarê bi saetekê, Encûmena Fîzîkzanên Kandayê madelyaya zanistî ya Hertberg pêşkêşî wî kiriye.

Profesor Kerîmî ku sala 1978an li bajarê Seqiz ê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê, zanyarê fizîkê ye ku di warê fizîka kuantomê de pispor e.

 Kerîmî heya wergirtina bawernameya Masterê jî li Îranê xwandiye û sala 2005an ji bo xwandina fîzîka kuantom çûye Îtalyayê û piştî du sal û nîvan bawernameya doktorayê wergirtiye.

Îbrahîm Kerimî ji sala 2017an ve li Zanîngeha Otawa ya Kanadayê weke profesorê fîzîkê hatiye kar dike ku heta niha di warê matematîk, fîzîk û fîzîka kuantom de zêdetirî 70 gotarên zanistî nivîsîne û beşek ji wan nûtirîn lêkolînên di warê fîzîka kuantom û leza ronahiyê ku di nava civaka zanistî ya cîhanê de bûye sedema gelek karvedanan.

Kerîmî heta niha gelek xelat wergirtine ku xelata yekem di warê geşeya teknolojiyên kuantomî de ye ku bihayê xelatê 80 milyon dolar bû û pêşkêşî koma zanistî ya fîzîka kuwntomê hatibû kirin ku bixwe jî endamê wê komê ye.

Kerîmî xelatên John Evans û Navenda Nûkariya Kanadayê jî wergirtine ku ji bo awayê wênegirtina mikroskopên elektorî û lêkolînên li ser çawaniya guhertina leza ronahiyê bûn.

Profesor Îbrahîm Kerîmî niha hem li Zanîngeha Otawa û li navenda lêkolînan a Max Plank a Almanî mamosteyê lêkolînê ye.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin