Pompeo bo rawestandina şer hişyarî da Azerbaycan û Ermenîstanê

Pompeo bo rawestandina şer hişyarî da Azerbaycan û Ermenîstanê

.

A+A-

Di derbarê şerê Qarabaxa Çiyayî û rawestandina şer de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev re peyivî.

Li gor Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus bi daxuyaniyekê da zanîn, Pompeo bi rêya telefonê bi rêberên Ermenîstan û Azerbaycanê re axiviye.

Ortagus destnîşan dike, Pompeo ji rêberan xwestiye li gor lihevkirina rawestandina şer tevbigerin û herwiha zext li her du aliyan kiriye ku bo kêşeya Nagorno – Qarabaxê çareseriyeke dîplomatîk bibînin.

Pompeo da zanîn, ku ew kêşe bi rêyên leşkerî çareser nabe û bala rêberên Ermensîtan û Azerbaycanê daye ser girîngiya agirbestê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, hefteya borî li Washingtonê bi hevtayên xwe yên Ermenî û Azerî re kom bûbû û piştre Wezareta Derve dîyar kiribû ku her du alîyan bo agirbesteke însanî li hev kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin