Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Pirtûkek û dîroka Radyoya Êrîvanê!

A+A-

 

 

Di derheqa rexneya Têmûrê Xelîl û Weşandina Pirtûka bi navê "Dıradyoya Êrîvanê de DENGÊ KURDÎ, Berhevkar & Wergêr: Zerî Înanç, Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî"yê de Bang e!

Ev demeke li ser pirtûkek ku Weqfa Beşîkçî çapkirîye, îtîraz û munaqeşeyek heye. Ji ber ku mijar „Radyo ya Êrîvanê û kedkarên wê" ne bala min dikişîne. Mijarek girînge.

Di dîroka çand û awaza Kurdî de rola Radyo ya Êrîvanê xwedî parek giranbûha ye. Mîna her Kurdekî ji salên damezirandina vê radyoyê û heta hilweşandina sîstema Sovyet, bandorek mazin li ser me/min kirîye.

Li her beşê Kurdistanê civat, di kathejmêra weşana Radyo ya Êrîvanê de, li odan dicivîyan û bi heyecanek mezin li benda awazê bûn. Carnan ku radyoyê xişînî dikir û baş dernediket, civat pir aciz û xemgîn dibû.

Ev rol û ev keda karmendên Radyo ya Êrîvanê, li ser amadekirina pirtûkek a li ser vê mijarê ketîye asta munaqeşê ku „mafê kedkarên weşanê hatîye xwarin"(!)

Navê Pirtûk ê:"Di radyo ya Êrîvanê de- Dengê Kurdî."

Nivîskara pirtûkê: Zerî Înanç

Weşanxane: Weşanên Weqfa Beşikçî, 2016

Li ser vê pirtûkê û rola vê pirtûkê; Têmûrê Xelîl mijarê û rexneyên xwe, îtîraza xwe bi du nivîsan anîye ziman. Piştî van nivîsên Têmûrê Xelîl, hin nivîskara pirtûkê Zerî Înançê û hin jî Weşanên Weqfa Beşikçîyî û hin jî birêz İ. Beşikçî bersiva Têmûrê Xelîl dane. Lê ev bersîv bi gelemperî li ser du noqta digîhêjin hev; „zimanê Têmûrê Xelîl hişke, ne zimanê rexnê ye û dike mijara şerê navbera du malbatan"(!)

Dibe ku zimanê Têmûrê Xelîl „hişk" be, „hesûdîyên navbera du malbatan têna xwe dabe ser uslûba rexne"(!) ya Têmûrê Xelîl. Lê divê ev nebe sebebê redkirina rexnê û veşartin û wundakirina keda kedkarên Radyoya Êrîvanê. Divê kêmasî û xeletîyên lêkolîna ser mijarê, agahîyên nerast binçav nebin. Yek armanca rexnê jî zelalkirina mijarê bi xwe ye.

Têmûrê Xelîl di du noqta de eşkere dike ku:

„1. Casimê Celîl du salan, ango di 1955-1957an de serokê wê radyoyê bûye ku hê nebûbû radyoya fermî, ango radyoya testî bû.

2-Tevayîya karên radyoyê, hema bibêje ji sedî 95ê hemû karan, ji dema destpêka radyoya fermî ya dewleta Sovyetê, ji sala 1957an heta salên 1980yî, ango heta hilweşîna Sovyetê hatiye kirin (qeydkirina hemû stiranan, hemû pîyes-radyokompozîsyonan û hwd). Û di wan deman da, 24 salan, berpirsyar û serokê wê radyoyê yek kes bûye, navê wî Xelîlê Çaçan Mûradov bûye."

Têmûrê Xelîl, piştî ku vê agahîyê dide, îtîraza xwe jî bi van hevokan tîne ziman:

Tevayîya pirtûkê li ser Casimê Celîl û malbata wî ye ku xwedêgiravî wan bingehê radyoyê danîye û ew bi rê va biriye. Li ser Xelîlê Çaçan û xanima wî ku 27 salan (ji destpêka radyoya kurdî) bêjera wê radyoyê bûye, hema hema tiştek tune ye."

Têmûrê Xelîl ji bona sererastkirina naveroka pirtûkê jî hinek hewl dane xwe ku ev „nerastîyên dîrokî bên sererast kirin"(!) û keda wan kedkarên Radyo ya Êrîvanê-beşa Kurdî binpê nebe.

Mixabin dibêje:

„Berî ku ez gotara xwe binivîsim, min heqê vê yekê da bi serokê Weqfê Îbrahîm Gurbuzê birêz ra xeber da. Ew camêr bi xwe jî li ser wê pirsê şaş û metel ma û soz da min ku bi Îsmaîl Bêşikçîyî bişêwire, ka çi bikin. Lê bi dû ra tu tişt ne qewimî. Min bi nivîskara pirtûkê Zerî Înanç xanimê ra jî pêwendî danî. Her çendî ku wê şaşîyên xwe qebûl kiribin jî lê ji bo serrastkirina wan şaşîyan tu hewildanek ji alîyê wê va dîyar nebû. Lema jî ez mecbûr mam vê gotarê binivîsim."

Tê xuyakirin ku mijara rexnê gîhaye nivîskara pirtûkê Zerî İnançê, Serokê Weqfa Bêşikçî û birêz İ. Beşikçî û hin jî Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî. Li ser „gotarên Têmûrê Xelîl" gotar girtine pênûsê û li ser meselê hûr hûr bûne.

Di vî warî de ji ber ku birêz İ. Beşikçî ne serwextê zimanê Kurdî ye, mijar çiqas rast ji birêz Îsmaîl Beşikçî re hatîye îzah kirin an tercûme kirin, ez nizanin(!) Lê ez birêz İsmail Beşikçî, di van waran de hesasîyeta wî a rexnê baş dizanim. Di asta jibîrkirinê, an binçavkirinê û mafxwarinê de pir mînakên ku birêz İ. Beşikçî rexne kirine û hasasîyeta xwe eşkere kirîye hene. Di warê rexnê de hasasîyeta birêz İ. Beşikçî dîyare.

Lê birêz İ. Beşikçî di gotara xwe de rexneyên Têmûrê Xelîl di derheqa malbata Casimê Celîl de, di derheqa nivîskara pirtûkê û di derheqa Weşanxaneyê Weqfa Beşikçî de qeneata xwe a li ser Têmûrê Xelîl wî wek „êrîşker", îşaret dike û wek „şer di navbera du malbatan" de tîne ziman û dibêje:

Têmûrê Xelîl, wek tê zanîn li Swêdê dijî, ji kurdê Êrîvanê ye, bi awayek mezin hêrîşê vê pirtûkê kiriye. Bi awayek pir mezin hêrîşê bo Zeri İnança ku pirtûkê bo weşanê amadekiriye, bo Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ku pirtûkê weşandîye, bo Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, bo Îsmaîl Beşikcîyî, bo Cesîmê Celîl, bo zarokên wî Prof. Dr. Ordîxanê Celîl, Prof. Dr. Celîlê Celil, Cemîla Celîl û Zîna Celîl kiriye. Ji ber ku bi Zeri İnançê re hevpeyvîn kiriye, hêrîşê Agosê jî kiriye."

Di bersîva birêz Beşikçî de eşkere dibe ku di derheqa pirtûk û rexna Têmûrê Xelîl de, nivîskara pirtûkê Zerî İnançê jî biberfirehî bersîva Têmûrê Xelîl daye. Di nivîsa Birêz İ. Beşikçî de ev not heye:

Zerî İnanç di 20.03.2017 de di derheqa pirtûk û naveroka wê de biberfirehî bersîv daye" Têmûrê Xelîl. (Mixabin nivîsa Zerî Înanc neket destê min. Ji ber wê jî ez nikarim li ser nivîsê tiştekî erênî, an neyênî bêjim).

Birêz İ. Beşikçî piştî van agahîyan qenaeta xwe eşkere dibêje:

Bi qenaeta min esas sikintîya Temîrê Xelîl eve. Têmûrê Xelîl li henber Casimê Celîl û zarokên wî bi kurtayî li henber malbata Celîl hesûdîyan dike. Ev hesûdî her ku diçe dikeve warê dijminatîyê."(!)

Helbet di warê lêkolînên ser çanda kurdî, wêjeya Kurdî, muzîka kurdî, folklora kurdî de keda malbata Celîlê Casim nayê înkar kirin û wê neyê înkarkirin jî. Kar û xebatên vê malbatê di van waran de cîhê pesindanê ne. Lê divê munaqeşe a li ser pirtûkê, kêmanîyên wê û malbata Celîl ji hev bêt qetandin. Di virde xeletîya mezin a Têmûrê Xelîl ewe ku di parastina mafê Xelîlê Çaçan Mûradov û karmendên Radyoya Êrîvanê de uslubek „hişk" bikar anîye û ev jî bûye bêbandorkirina rexneyê a wî li ser naveroka pirtûkê. Heger di naveroka pirtûkê de kêmasîyek, an jî xeterîyek, an jî jiçavdûrkirina kedek salan a kedkarên Radyo ya Êrîvanê-beşa kurdî hebe; divê liser lêkolîn, konferansek çêbibe û ev mijar ji nakokîyên şexsî-malbatî dûr, ji hev bên veqetandin. Divê em rê nedin berbihewakirina kedê.

Piştî ku birêz İ. Beşikçî gotara Têmûrê Xelîl di vî warî de bi şîweyek „êrîşker" binav dike, tîne ziman ku: „Sazîyek cidî vek Wekfa Bêşikçî (ÎBV) ku hurmetê ji kar û xebatên malbata Casimê Celîl girtîye û gîhandîye raya giştî a Kurd, ev kar Têmûrê Xelîl pir aciz kirîye."(!) 

Birêz İsmail Beşikçî tesbîtek din jî dike û bi van çend xetan jî naveroka pirtûkê eşkere dike ku:

Ev pirtûk despêka damezirandina Radya Êrîvanê beşa Kurdî a sala 1955an kirîye mijar. Lê ew kesên ku bahsa wan dibe wek dê û bavê Temûrê Xelîl, di 1957 an de destbikar kirine."

Li ser mijarê Weşanên Weqfa Beşikçîyî jî bi kurtnivîsekê hinek tiştan tîne ziman. Eşkere dike ku:

„Divê em kêmasî û krîtîkên xwe di qada dijberî û heqaretê de rawerde nekin. Divê armanca rexneyê pozitif be ku jê encam were standin û spartin. Ji wê bonê rexneyên Birêz Têmûrê Xelîl ji bo me her çiqasî meşrû û mafdar bête dîtin jî, zimanê wî yê heqaretê yê dijberî weqfa me Weqfa Îsmaîl Beşikcî, Zerî Înanç Xanimê û Celilê Celil û berhema ku ji alîyê me ve hatiye weşandin ne cihê xwe de ye û em qebûl nakin, divê ev zimanê hişk ji alîyê ti kesên ku dostên çanda kurdan e jî neyê qebulkirinê. Divê di nav rewşenbîr û sazîyên kurdan de hişyarî, krîtîk

û rexne hebe, lê heqaret ti carekî nebe. Azadîya ramanê û tehammula rexneyê ciawaz e, bes zimanê hişk her zîyan ji me re peyda kiriye."

Wek ku min li jor got; di bersîva Weşanên Weqfa Beşikçîyî de jî a li ser uslûba rexneya Têmûrê Xelîl rexne, bi şîweyek "hişk, heqaret" hatîye qebûl kirin. Lê dîsa jî bal kişandîye ser giftûgoya ser pirtûkê û dibêje:

"Mimkun e ku di wê pirtûkê de kêmasîyên xwe yên pir berbiçav jî hebin. Mimkun e kesên ku ev enforme kiriye kêm û kêmasî enformasyonan jî bide. Ev tabiîye ku hewceyî rexneyê be jî. Mimkun e ku dizayin û amadekirina pirtûkê jî bête ber tîra rexneyê. Lê ev rexne û aşkerekirina kêmasîyan nabe ku mirov wan hewildan, lêkolîn û nivîsan ji binî ve reş bike. Dijber bibe û dujminatiyê bi dar bixe û derxîne qada nakokiyên man û nemanê yên dilnexwazîya ji mêj ve."

Weşanxaneya Weqfa Beşikçîyî li ser rexneyê hûr dibe. Lê li ser naverok û xeletîyên dîzayn û kêmasîyên pirtûkê qenaetek raser wek rapor dernexistîye. Ev jî bi şîweyek "mimkune" tîne ziman! Gelo çima ne raser qenaet, lê peyva "mimkun"e hatîye bikaranîn?

Weşanên Weqfa Beşikçîyî li ser rexnê û rewşa pirtûkê, çawanîya amadekirina pirtûkê de jî "xwezil"ya xwe jî wek daxwaz bi van xetan tîne ziman. 

"İro em dibêjin xwezila dema ku Zerî Xanimê pirtûk amade kiribû, ji cenabê Têmûrê Xelil re jî têkildar bibûya û di derheqa Radyoya Erîvanê de nirxên wî û xebatên bavê wî, fena berpirsîyarekî Radyoya Erivanê weke hêja Xelîlê Çaçan jî di vê pirtûkê de rabigihanda me."

Di virde berî ku em bigihêjin qenaetekê, divê em bi hinek pirsan re qapaxa pirtûkê û naverok û armanca pirtûkê zelal bikin.

Madem pirtûk armanca wê nirxandina despêka damezirandina Radyoya Êrîvan beşa kurdî ye, rola malbata Celîl e, çima navê pirtûkê ewqes fireh hatîye amade kirin?

Çima mesaja seranserê dîroka weşana Radyoyê dide ku bûye sebeba rexnê? (Di Radyoya Êrîvanê de DENGÊ KURDÎ)!

Gelo berî ku pirtûk bêt çapkirin, hin nivîskara pirtûkê û hin jî Weşanxaneya Weqfa Beşikçî ev ferq nekirine?

Helbet ev nav, seranserê dîroka weşana radyoyê digire nav tayê dîrokê. Yê ku qapaxa pirtûkê mêze bike, ew qenaet pêre çêdibe. Gelo hayê birêz İ. Beşikçî ji vê îtîrazê çênebûye?

Bi qasî ku ez navê pirtûkê, Dîroka Radyoya Êrîvan beşa Kurdî, mafê rêveber û kedkarên vê keda pîroz tînim cem hev; ev munaqeşe, wî karî dixe bin neheqîyekê, an bandorek neyênî. Ji bona ku ev neheqî û bandora neyênî ji holê bêt rakirin, du rê derdikevin ber me:

1-Divê; ya Weşanên Weqfa Beşikçî û nivîskara pirtûkê li ser guhertina navê pirtûkê rawestin û divêtîyê bibînin ku navê pirtûkê fireh hatîye girtin û ne li gor naveroka pirtûkê ye, ku ev pirtûk tenê beşa Casimê Celîl û despêka avakirina radyoyê ye.

Dikarin di vî warî de guhertinê çêbikin. Herger wek ku birêz İ. Beşikçî dibêje, „Ev pirtûk despêka damezirandina Radya Êrîvanê beşa Kurdî a sala 1955an kirîye mijar"(!) Wê wextê çima wê navê pirtûkê seranserê dîroka radyoyê tomar bike, an jî bibe sebebê îmajek wilo?

Xalek îtîrazê di virde ye!

Nivîskara pirtûkê û Weşanxaneya Weqfa Beşikçîyî dikarin di vî warî de lêkolînekê bikin, li rewşenbîr, karmend û hunermendên wê demê re têkilîyan deynîn, nivîsan, belgeyan bigirin û di çapa duyem de tomar bikin, vê neheqîyê ji holê rakin.

2-Eger ev neyê kirin, gavek din heye ku di vî warî de ji şahid, lêkolîner û rewşenbîr, pisporên kurdên Êrîvanê re konferansek bêt amadekirin. Ev kesên kedkarên vê radyoyê keda wan bi belge û şahidan bêt tomarkirin ji bona ku mafê van kedkaran bibe malê dîrokek nivîskî. Ev kar dikeve ser pişta nivîskara pirtûkê Zerî Înançê, Wekfa Beşikçî. Dikarin di çapa duyem de jî naveroka konferansê bi nivîsekê pêve deynin.

Bi raya min ev xebata vê pirtûkê ketîye bin bandorek neyênî û weqfek wek Weqfa Beşikçî, kesayetîyek wek İsmail Beşikçî û nivîskara pirtûkê Zerî Înanc, bê lêkolînek bingehîn nikarin vê "rexnê" ji holê rakin. Divê li kedkarên radyoyê, rewşenbîr û şahidên demê guhdarî bikin.

Ev mijar, hewcedarîya wê bi lêkolînek bingehîn heye ku di vê lêkolînê de mafê hemû kedkarên Radyoya Êrîvanê bêt parastin. Bar li ser pişta Weşanên Weqfa Beşikçî, nivîskara pirtûkê Zerî Înanç û kedkar, rewşenbîr û hunermend, rojnamevanên kurdên Êrîvanê ne. Divê xwedî li vê kedê derkevin û bi şîweyek berpisiyarî mafê keda dîrokî binirxînin, biparêzin. Ev jî ne dijîtîya Casimê Celîl û malbata wan e.

Çara vê bi amadekina konferansekê çareser dibe.

21.11.2017/Şeyhmus Ozzengin

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin