Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn)

A+A-

Ji ber nexweşiyê min nikanibû demeke binivîsim, bawerim ji derekê vîrûsek gihîşte min, ku hêj îro yekem car e li ber computuer rûdinim bi mebesta nivîsandinê, gellek giran derbas bû.

Heçkû, ez parzakirîbûm (derzîkirin), ango min li Alamanya derzî li xwe xistibû, lê lawê min digot; her klîmayê (îklim) vîrûsek xwe heye, ango klîma cewherê vîrûsê diguhere, ji ber vê mirov li kîjan welatî be divê li wira bêt parza kirin.

Lê êdî derbas bû, ji hemû xwedevanan ra bi hêvîya tendûristîyê.

Em vegerin ser mijara xwe.

Di rojên dawî da, taybetî piştê kareseta Başûr ku di encama êrişa Artêşa Îraq û Heşda Şeibî da Deverên Dervayî Rêveberîya Kurdistanê (DDRK) hatin dagir kirin, gelo li rojavayê Kurdistanê jî karesatek weha dê dubare bibe...?

Mixabin, di encama êrişa Artêşa Iraq û Heşda Şeibî da ji Şingalê heta Mendeliyê hemû DDRK ketin bin destê Bexdadê ku bi piştevanî Komara Îslamîya Îranê û parek di nava Yekitîya Niştemanîya Kurdistanê (YNK) encam da.

Hêzên Hevpeyman jî, ku serpereştîya wê Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) dike têkilî pê nekir (mudaxele), heçkû di êrişê da çekên DYAyê bi kar hatin.

Nuha pirs û fikar ev e ku wekî metirsiyê têt dîtin, gelo ger êrişek li dijî rojavayê Kurdistanê bibe Hêzên Hevpeyman dîsa dê têkilî pê neke, ango tenê dê temaşe bike, an wekî berdevkê Hêzên Hevpeyman gotî dê "hevkarên" xwe ji êrişan biparêze?

Ger hevkarên xwe naperêze, ango Hêzên Suriyê Demokratîk (HSD) neparêze ev têt wê wateyê, ku tu kerîyekê bavêjî ber guran, em dizanin ku gur diranên xwe diçurînin û ew li ber êrişê ne.

 

Bê guman bona bersivek rast, divê em helwest, gotin û tevgerên dewletên ku îro li Suriyê ne binirin.

Îro li Suriyê du hêzên sereke hene, mirov dikane bêje ku du bere hene; yek ji vana di bin serpereştîya Federasyona Rusyayê (FR) da ku Îran û Tirkîye li gel in û FR û Îran bi "destûra" Suriyê li wî welatî ne; ya din, bi serpeştîta DYA ye ku di şerê li dijî DAİŞê da hevalbandê wê HSD ye.

 

Bê guman, Tirkîyê ne bi serê xwe ye, em dizanin ew ne bihêz e, hebûna wê îro li Suriyê bi destûra FRyê ye, ji ber vê ewarayê (posîzyon) wê hinek cûda ye.

Tirkîyê, ewil bi DYA va hevkarî kir û gellek grupên "muxalîf" ku paşê DYA xwe paşve vekişand û gellek ji wana grupên terorîst qebûl kir, lê Tirkîyê bi berdewamî piştevanîya van grupan kir û hêj îro jî didome.

Taybetî hebûna wê li herêma Îdlibê ne tesadûf e, bijardeyek bi zanabûne û bi destûra FRyê ye.

Niha, Tirkîyê dixwaze derfeta ku bi dest ketî li dijî Efrînê, ango li dijî Kurdan bi kar bîne, herêma Efrînê dagir bike.

Hinek geşedanên balkêş jî qewimîn, bo mînak Tirkîyê qada esmanîya xwe li balefirin kargo yên FRyê ra vekir, berê girtî bû, herweha ji HSDê Talal Silo teslîmê Tirkîyê bû, înformasyonên ew zane îro di destê Tirkîyê da ne.

Di hêla din da hêzên xwe li herêma Îdlibê heşidandi ye.

Em gotina xwe ya dawî ji niha da bêjin, ger tiştekî weha bibe, ango Tirkîyê bikeve herêma Efrînê weha zanibin ku ev bi destûra FRya yê encam daye.

Siba li bajarê Sûçî lûtkeya FR, Îran û Tirkîyeyê heye, mijar Suriyê ye.

Hersê dewlet jî bona berjewendiyên xwe, dixwazin alozî û şerê li Suriyê bikar bînin; bi vî şerê FRyê dixwaze derkeve ser dîka cîhanê wekî zilhêzekê û hêrema Rojhilata Navîn bi daxwazê xwe dîzayn bike, herweha nahêle ku DYA û Rojava li herême tenê bi serê we serdest bin.

Ger li herêmê FR bigehêje amancê xwe, weha zanibin ku dema Şerê Sar carek din dubare dibe û dîsa li herêmê qurban Kurd in.

Ger weha be, FRyê tenê bide dû berjewendiyên xwe, di barê Rusyayê da bêbawerîya neteweya Kurd ku ji dîrokê têt hinek heşifî bû, carek din dê geş û kûr bibe.

Ji ber vê ger FRyê naxwaze Kurdan û Têkeşôya Azadiya Neteweyî wenda bike, divê balkêş be, bila zanibe ku li herêma Rojhilata Navîn êdî amarên bêkurd bi sernakevin.

Îran di nav têkoşînek tayifî da ye, dixwaze bîrdozî û siyaseta xwe hinardeyê herêmê bike, ji Îranê heta Deryayê Navend di xetekê da desthilat be û li herêmê hêzek bibandor be.

Bê guman ev, amancekî mezin û metirsîdar e û dê gellek amancên dewletên herêmî û hêzên li herêmê serobino bike.

Bi bawerîya min Îran valahîya di siyaseta DYAyê da ji xwe ra derfet dibîne, lê di encamê da ewê zirarê bibîne, ji ber ku hêzbûna wê têt wateya metirsîya li ser ewlehîya herêmê, Rojava û Îsraîlê.

Mebesta Tirkîyê ya sereke jî pêşîlêgirtina pêgeha Kurdan e û herweha, hewildanek mezhebî ku dixwaze serpereştîya enîya Sunî bike, lê li herêmê dewletên Sunî ji mebest û siyaseta vê dewletê bifikar in, wekî metirsî dibînin.

Niha ew nakokî û pirsên di navbera van dewletan da bona xwe bikartîne, lê ev ne bêdawî ye.

 

Bi bawerî ya min, taybetî mebestek derokkomarê Tirkîyê jî heye, ev jî bi dagirîya Efrînê û heta çemê Feratê, ku ger ne neçar be jê dernakeve, mebesta wî ev e; ku siyaseta navxweyî bi dilê xwe dîzayn bike û dixwaze di hilbijartina sala 2019an da wekî "qehreman" derkeve pêşberê rayagiştî û bona serketina xwe gellek girîng dibîne.

Îro lêkolînên rayagiştî di hilbijartina tê da serketina R. Tayyip Erdogan misoger nakin, lê ger Efrîn bêt dagir kirin, ew bibe "qehreman" bona hilbijartina xwe derfetek giranbûha dibîne.

Di hêla din da, bi bawerîya min roja ku Efrîn bêt dagirkirin û her tişt bi dilê wî biqewime weha zanibin ku li Tirkîyê hilbijartina pêşdem heye.

Lê berevacî vê jî heye, divê Tirkîyê xwe li wê ra jî amade bike.

Gotinek Kurdan heye; dibêjin "li tola xwîna bavê xwe gerîya, di ser da xwîna xwe da."

*                                          *                                          *                                          *                                         *                                            *                                          *

Îro rojbûna min e, spas bona dost û hevalên ku rojbûna min pîroz kirine, hûn her hebin.

 

 

21.11.2017/ Semsûr   

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin