Pirtûka “Duzimanî Zarok û Perwerdehî” hat weşandin

Pirtûka “Duzimanî Zarok û Perwerdehî” hat weşandin

 Nivîskar Cemîl Guneş e ku bi xwe jî dersdar e, pirtûka “Duzimanî Zarok û Perwerdehî” amade kir û ev pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Weqfa Mezopotamya ve hat weşandin. Nivîskar Cemîl Guneşî xwestiye di pirtûkê de bala akademî, akademîsyen û lêkoleran bide ser

A+A-

 

Weşanên Weqfa Mezopatamyayê Pirtûka “Duzimanî Zarok û Perwerdehî” weşandiye. Nivîssarê pirtûkê Cemîl Guneş e ku bi xwe jî dersdar e.

Nivîskarî armanca vê lêkolînê wiha diyar kiriye: “Tesbîtkirina pirsgirêkên zarokên duziman e ku di dibistanên yekziman da dixwînin. Bi vê lêkolînê pirsgirêkên zarokên duziman yên wekî xwendin, nivîsîn, famkirin, pêwendîdanînê ku di dibistanên yekziman da dijîn, hatîye lêkolînkirin.”

Nivîskarî bi vê lêkolînê xwestîye ku bala akademî, akademîsyen û lêkoleran bide ser pirsgirêkên zarokên duziman. Li gor vê lêkolînê, “Li dibistanên Tirkîyeyê avantaja zarokên duziman ji wan ra dibe dezavantaj. Ev dezavantaj bandora xwe li perwerdehî, jîyan, têkilî û serkeftina zarokan ya akademîk dike.”

Pirtûk ji 3 beşên sereke pêk hatiye

Pirtûka Cemîl Guneşî ji 3 beşên serekê pêk hatiye. Di beşa yekem da ziman hatiye nirxandin. Herwiha di jêr vê beşê da li ser mijarên duzimanî û têgihên duzimanîyê bi pênaseyên wan yên navneteweyî hatiye sekinandin.

Di beşa duyem da jî perwerdehî hatiye nirxandin. Di vê beşe da mafê perwerdehîya duzimanî ya li cîhanê li gor welatan bi mînak hatiye nîşandan. Herweha mafê perwerdehîya duzimanî ya li qada navneteweyî jî hatiye nirxandin.

Beşa seyêm ya kitêbê jî ji daneyên lêkolîna li qadê ku bi mamosta û xwendekaran ra hatîye kirin pêk hatiye. Di vê beşê da pirsgirêkên xwendekaran yên wekî pêwendîdanînê, lihevkirina dibistan û polê û hunerên zimanî cih girtine. Herweha fikir û tecribeyên mamosteyan jî ji wan hatine pirsîn û di vê beşê da hene. (FD)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin