Pentagonê ceribandina mûşekên S-400 ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir

Pentagonê ceribandina mûşekên S-400 ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir

Pentagonê ceribandina mûşekên S-400 ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir

A+A-

Pentagonê ceribandina mûşekên S-400 ji aliyê Tirkiyê ve bi tundî şermezar kir û ragihand ku dê encamên neyînî li pey xwe bîne.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) derbarê ceribandina mûşekên S-400 ên Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve daxuyaniyek da.

Pentagonê di wê daxuyaniyê de ceribandina sîstema S-400 ya Rûsî bi tundî şermezar kir û tekez kir ku beriya niha jî Amerîkayê Tirkiye hişyar kiribû, lê Tirkiyê ti guhdan bi gotina Amerîka nekir û ew sîstema parastina asmanî ceriband.

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman di wê daxuyaniyê de tekez jî kir ku helwesta Amerîkayê li ser vê mijarê neguheriye û got, “sîstema S-400 ne guncaw e bi hevalbendiya Tirkiyê ya li gel NATO û Amerîkayê.”

Li gor daxuyaniya Pentagonê ku ceribandina mûşekên S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê dê encamên neyînî li pey xwe bîne û tê de hatiye gotin, “S-400 berdewam e li ser astengkirina li ber hevkariyên di warên din de.”

Tirkiyê berî niha li herêma Sînopê Navtex ragihandibû û aşkere kiribû ku rojên 16-17 Cotmehê ew dever ji bo teqînên perwerdeyî hatiye girtin. Ev yek jî bûbû sedema belavbûna nûçeyên li ser ceribandina sîstema S-400.

Bi heman rengî hişyarî û agahî ji bo hêzên asmanî jî hatibû dayîn ku wê asmanê deverê rojên 16-17 mehê girtî be.

Li ser vê yekê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus aşkere kiribû ku wan bi zelalî ji berpirsên Tirkiyê re ragihandiye, nabe ev mûşek têkevin warê bikaranînê.

Lêbelê tevî vê hişyariyê jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro, 23.10.2020, li ser vê mijarê bersiva rojnamevanan da û piştrast kir mûşekên S-400 ên Rûsî hatine ceribandin.

Serokomarê Tirkiyê di wê axaftina xwe de diyar kir ku helwesta Amerîkayê wan eleqedar nake û got “Rast e, ev test hatine kirin û tên kirin.

Tirkiyê sala 2017an peymana kirîna mûşekên S-400 li gel Rûsyayê îmze kir. Beşa yekemîn bi buhayê 2,5 milyar dolaran par gihîşte Tirkiyê.

Beriya niha testa radarê ji wan re hatiye kirin, lê heta niha bi temamî li hemberî hatina mûşekan nehatine ceribandin.

Li gor şareza û pisporan ceribandina sîstema S-400 dê nakokiyên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de derbasî qonaxeke din bike û wê NATO jî vê yekê bi asanî qebûl neke.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin