Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Payîtext Quds ji Cihûyan re pîroz be

A+A-

 

B.Î. (Berîya Îsa) 3.000 sal berê, li ser axê Yahûdîyê bajarek tê avakirin û navê vî bajarî Salem an jî Jarusselam derbas dibe. Kesên ku bingeha vî bajarî avetine pêşengê Cihûyan bi xwe ne. Ji alîyê kal û pîrên wan ve bi xwêdan û xwîna can bajarek ji xwe re çêkirine.

Mal û milkên bapîran ji zarok û nevîyên wan re dimîne û gerek bimîne jî. Payîtexta Cihûyan sed carî ji wan re pîroz û bimbarek be.

Di belgeyên Împaratorîya Akadan de navê vî bajerê qedîm Urîsalem derbas dibe.

Berîya Îsa pêxember mîrê navdar yê Cihûyan Dawid tevî leşkerên xwe dikeve bajarê Jarusselamê û vê derê ji bo mîrektîya xwe dike payîtext. Bajar di nava destên mîrektîyê Cihûyan de dest diguherîne.

Cara pêşî ji alîyê dîktatorê pêşî yê cîhanê ve, ji alîyê Sargon ve welatê Yahûdîyê tê talankirin û ferman Cihûyan radibe. Di dîrokê de cara pêşî sirgûna Cihûyan vî zemanî dest pê dike

B.Î. 587an de Jarusselam ji alîyê dewleta Babîlîyan ve tê dagirkirin û kevir li ser kevir nahêlin. Her derî xira dikin û zulmeke mezin bi serê Cihûyan de tînin. Ji Cihûyan gellek tên kuştin û gellek jî têne sirgûnkirin.

Di dewra Împaratorîya Roma de welatê Yahûdîyê tê zeftkirin û ji alîyê Împarator ve Hîradîs wek mîrê Yahûdîyê tê tayînkirin. Hem di dewra Roma de û hem jî di dewra Bîzans de bajarê Jarusselamê tê tamîrkirin û carek din ev bajar şên û geş dibe. Gellek Cihû di vê dewrê carek din li welatê bav û kalan vedigerin.

Piştî rehmetkirina Pêxember Muhammed, ji alîyê misilmanan ve misilmantî bi hikmê şûr û zordarîyê hatîye belavkirin lê pêxember tu carî bi hikmê şûr û zordarî misilmantî belav nekirîye û herdem bi zimanekî şêrîn mirov dawetî misilmantîye kirine.

Lê mixabin di dewra xelîfeyan de armanca pêşî xenîmet û bi destxistina cihên tîcaretê fetîh hatine kirin. Yek ji wan cihên tîcaretê jî Jarusselam bi xwe bû û ev bajerî tîcaretê bi destên Xelîfe Emer û Selmanê Farisî tê bi destxistin. Li gorî şertên şerîtê, ji alîyê misilmanan ve li ser mal, milk û canên wan hatîye desteserkirin.

Piştî desteserkirina misilmanan navê bajar ber bi navê Qudsê ve tê guhertin.

Di dewra Emevîyan de zilma misilman dijmartir dibe. Îbadetxaneyên wan tên desteserkirin. Di vê dewrê de li vî bajarî Mizgefta Qubbetûs Sahra û Mescîdî Aqsa (sal: 702) tê çêkirin.

Ji alîyên Xaçperetan ve di dewra Papa Odo De Cahtîlon Urbanus de Seferên Xaçperestî tên kirin û bajar bi temamî dikeve destên xaçperestan. Xaçperest çi mizgeft û çi sînegog, her derî talan dikin. Ji bilî Dêran cihê îbadetxaneyan teva xira dikin. Kuştineke mezin li ser serê Cihû misilmanan radikin û wan tevan sirgûnî dîyarê xerîbîyê dikin. Li Qudsê Mîrektîya Latînî ya Xaçperestan ava dikin.

Xaçperest, piştî desteserkirinê ji vî warî gotine kirine Palastîne (Filîstîn). Navê Filsîtîne ji alîyê xeyrîmuslîman ve hatîye lêkirin, berê Ereban ji warî re digotin Yahûdîye.

Di dewra Nemir Selahaddînê Eyyûbî de ji bo rizgarkirina Qudsê bi xaçperastan re li Hittînê şer derdikeve û Mîrê Kurda di herbê de bi ser dikeve. Bajarê qedîm ji destê zilmdaran rizgar dike. Mîr Selahhadînê El Kurdî vî bajarî ji nû ve restore dike û ji nû ve şên dike. Ji bo ku Cihû li axa xwe vegerin ferman derdixîne. Bi xêra Selahaddîn El Kurdî Cihûyên ku hatibûn sirgûnkirin carek din li bajarê xwe vedigerin. Êdî Cihû bi aramî jîyanê xwe li bajarê bav û bapîrên xwe di nava aşitî û azadîyê de bê tirs derbas dikirin.

Selahaddîn ji bo bajarê Qudsê û vê axê di fermanên xwe de digot “Arz-i Mewûd” yanî welatê Yahûdîyê. Selahaddîn hewqasî ji Cihûyan bi ewlê bû ku serbijîşkê wî Cihû bû. Ji şerê Hittînê heta niha ev mîrê hêja ji alîyê Cihûyan ve hatîye hezkirin û hîn jî tê hezkirin. Alîkarîya ku Selahaddîn û gelê wî ji Cihûyan re kirî kesekî nekirîye.

Bila kes neyê xapandin! Selahaddîn bajarê Qudsê ji destê destên Xaçperastên rizgar kir ne ji destên Cihûyan. Bi polîtîkayên misilmanên sextê emanet neyên xapandin û wekî Selahaddîn navbera xwe û Cihûyan xweş bikin û li hev xwedî derkevin.

Di nava pelên dîrokê de Kurd û Cihû timî li hev xwedî derketine û divê timî li hev xwedî derkevin jî. Di rojhilata navîn de hemû dewlet li hemberî Kurdan û Cihûyan dest dane hev. Hewceye ku em pişta xwe bi hev germ bikin.

Emanet neyên xapandin!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin