Nîmet Mumtaz Aydin

Nîmet Mumtaz Aydin

Hemû nivîsên nivîskar >

Çima Bakur bê deng e?

A+A-

Di van demên dawî de, di civatê de û di medya civakî de bêdengîya Bakur tê munaqeşekirin. Bi taybetî dema serkeftina referandumê li her warên ku Kurd lê hebûn daketin kuçe û qadan da ku serkeftinê pîroz bikin, lê ji bakur deng derneket. Herweha dema Iraqê êrîşê Kerkûkê kir, li her deverên ku Kurd dijîn pêlên nerazîbûnê bilind bûn, lê dîsa jî Bakur bêdeng ma.

Herçiqas bêdengîya Bakur ji mêj ve dihat zanîn jî, lê bûyerên dawî vê rastîye pirr bi zelalî derxist ser rûyê avê.

Bêdengkirina Bakur encamê kar û planên dewletê yê dûr û dirêj in. Tevgera bakur 35 sal e yek hêlî meşîyaye. Heger em bi hûrî dakevin û li sedemên wê bigerin, em ê rastî gelek faktoran bên. Dema em hemû faktoran nebînin û analîz nekin ka çewa û bi çi awayî şekilgirtine, di kîjan prosesê de derbas bûne û li gor wî  wan kategorîze nekin, em ê bigihên encamên erzan ku em şopa li dû ne, wenda bikin.

Carna di matematîkê de ji bo çareserkirina problemekê ku mirov baş tê bighê, hêsantir e ji encamê mirov gav bi gav ber bi paş ve here. Dema mirov qonaxa tevgera Kurdistanî ya îro û ya bi 35 sal berê dide ber hev dîmen zelaltir dibe

-Di tevgera sîyasî ya Kurdistanî de îro balans nemaye, berê 3-4 tevgerên xurt û 2-3 tevgerên nîv-xurt hebûn, lê îro tevgereke xurt heye, 5-6 tevgerên sîyasî ku têrî kar û barên xwe yên rûtînî, yê rojane jî bimeşînin nakin, hene.

- Herçiqas tevgerên sîyasî yên berê hemû çep, Marksîst-Lenînîst an Maoîst bûn jî pirsa Kurd û Kurdistanê wek pirseke netewekê û welatek didîtin û ji bo pêkanîna vê erkê wek Kurd û Kurdistanî xwe bi xwe rêxistin esas digirtin, deftera di nav partîyên Tirkîyeyî de karkirin temamî girtibûn. Lê îro hêza herî domînant a li ser erdnîgarîya Bakur ku ji hêzên din yên heyî bi dehan qat bi hêztir e, ji bo xwe ji  Kurd û Kurdistanê dûr bixîne, her tiştî dike. Ji navê Kurdistanê, ji al û sembolên Kurdistanê dûr disekine. Çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê di nav guhertinên çerçova huqûqa Tirkîyê de digere.

-Di nav tevgerên sîyasî yên berîya salên 80yî de reqabetek mezin, car carna hegemonya herêmî an pevçûn hebûna jî û çend ji van pêşveçûnan bi kuştinê encam dabe jî hemû hêzan hebûna hev qebûl dikir, hevkarîyên wek UDG (Ulusal Demokratik Güçbirliği, Yekhêzîya Demokratik a Netewi) an jî hevkarî di navbera du hêzan de çêdibûn. Tu hêzekî ji holê rakirina hêzeka din nedida ber xwe.

Lê belê PKKyê bi derketina xwe ji holê rakirina hemû hêzên sîyasî yên Kurdistanî da ber xwe. Li gorî PKKyê, tu hêz li Kurdistanê û li ser navê Kurdistanê divê nemîne, tenya divê ew bimînin. Ev awir ne tenê li welat, li perçeyên din yên Kurdistanê, li Surîyê, Lubnanê û li Ewrûpayê jî xwestin, bikin rastî. Encama vê sîyaseta qirkirina hêzên Kurdistanî û yên xwedîyê fikrên cûda yên hevalbandên xwe bi hezaran şehîd in.

Destdanîna ser hukum a 12 îlonê ve vekirî şerê dewleta Tirkîyê a qirkirinê li dijî Kurdistanîyan û sîyaseta PKKyê ya ji holê rakirina hêzên din hevdu temam dikirin û bi dehsalan paralelî hev meşîyan. Piranîya kadir û alîgirên hêzên Kurdistanî şitlê salên piştî 75an bûn, tecrûbe, plankirinên pir alî, tedbîrên bi rêk û pêk û ku li serê hatibû fikrandin, tunebû. Di encamê de bi hezaran kadir ketin hepsa, bi hezaran derketin derveyî welat, bi hezaran kes li quncikê xwe de xwestin xwe bisitirin.

Helbet ku sebebên şikesta piştî 12 Eylulê, em dikarin pir alî binirxînin. Ev mijarekî bi serê xwe ye, mixabin di vî warî de heta nuha munaqeşeyekî ji faktorên subjektîf dûr, analîtîk nehatiye kirin. Heger hatibe kirin jî ez jê ne haydar im. Lê sebebên wê çi dibe bila bibe, ev serê 30 salan e ku sîyaseta bakurê Kurdistanê yek reng e, yek deng e.

Di pratîka jîyanê de rêxistinên Kurdistanê yên îro hene ji cîlên salên 80yî, 90î, 2000î û 2010î mezin bûne, xerîb in. Yanî îro yên 60 salî ne divê herin ciwanên 16-20 salî qezenc bikin. Di nav rêxistinan de yên 30 salî, 40 salî pirr kêm in.Yên 30 salî dikarin herin bi 20 salîyan re bidin-bistînin, pirrî cara ji yekî 20 salî re pirr cazîb e ku hevaltîya yekî çend sal ji xwe mezintir e bike, lê ne bi yekî 60 salî re.

Herweha cîlên di navbera 1980-2010an, rêxistinên berîya 12ê îlonê nizanin, nas nakin, yên bi rîya bira, bav an mirovek xwe bizanibe, ew jî bi nav e, ne bi hest e.

Rêxistinên ku îro hene mirêka rêxistinên berîya salên 80yî ne. Herçiqas navên wan cûda, pêkhateyê wan hinek ferqîyet nîşan bide jî, lê ev yek vê rastîyê nade guhertinê. Loma ne tenê rêveberên partîyan, her wisa endam û alîgirên wan jî 50-70 salî ne û mêr in. Hebûna çend jin û çend xortên 40-50 salî vê dîmenê naguherîne. Rêveber, endam û alîgirên partîyan pirranî karmend, entelektuel, mamoste, karsazên biçûk û teqawud in. Hejmara gundî, karker, bêkaran di nav van partîyan de çi bigre tuneye. Ji ber wê yekê endamên partîyê ji kesên ku bi salan e, heval û naskirîye hev in, pêk tên. Û bi van xusûsîyetên xwe ve, partîyên elîtîst in. Ev yek encama pêvajoya jîyana xwezayî ya van partîyan e, bêşik ne tercîha wan e, lê rastîyek e.

Ev tabloya sîyasî ya rêxistinî ya îroyîn berhemê polîtîkaya sîstematîk a qirkirina dewletê û encama yekrengîya sîyaseta Bakur e.

Bi vê rewşa xwe, îmkan û qabilyeta van partîyan ku girseyên gel daxînin qadan, ji bo îro tuneye. Ji xwe OHAL jî rê nade ku mitîng, xwepêşandan çêbibin. Û gelek caran rê nade da ku civîn li mekanên mezin yên sergirtî ,weke otêl û salonan  jî pêk werin. Berîya OHALê partîyek an du partî bi serê xwe an bi çend hêzên din re çalakîyên hevpar pêk anîbin  jî, nuha mecbûr in qîma xwe bi civînên di avahîyê partîya xwe de çêkin, bînin.

Ne tenê ji bo rêxistinên Kurdistanî, ev yek îro ji bo PKKê û rêxistinên bi wê ve girêdayî ye jî derbas dibe. PKK bi navê ”herêmên azad” li bajarên ku Kurdayetî lê xurt e, bi şerê xendekan bû aletê plana dewletê ku dixwest wan bajaran tarûmar bike. Li dor 7 hezar ciwanên Kurdên aktîvîst ku pêşengên xwepêşandanên wan bûn hatin qetil kirin. Rejîma Erdogan a ku van salên dawîn li ser dijminatîya Kurdan şêl daye xwe, bi girtin, kuştin û bi tehdîta ji kar avêtinan, ji dibistana dûrxistinan çavê miletê tirsandîye. Ew mitîngên ku HDPê bi deh hezaran însan dicivand, nuha di van şertan de nikare hezar mirovî bicivîne. Bêşik ev bûyer bi serê xwe bû yek ji sedemên ku hêvîya gel a xwe bi xwe bê şikandin.

Jixwe PKK û rêxistinên pê ve girêdayî heta nuha ji bo perçeyekî din ê Kurdistanê hema hema tilîya xwe neleqandine. Lê ji ber ku PYDyê nêzî xwe dibîne, ji bo Rojavayê Kurdistanê îmkanên xwe seferber kirîye.

Dewlet kesên ku dikevin mitînga, diçin cenazeyê şehîdan, resmî endamên partîyan e an aktîvî diçin buroyên partîyan, yên di medya civakî de fikrên xwe dinivîsînin an nivîsan, risman par ve dikin li ba xwe bi belge, bi fîlm, bi fotograf qeyd dikin. Dema keç û  lawên wan, birayên wan, jinên wan, mêrên wan serî li karekî dixin, daxwazên wan red dikin; qeyda xwe li dibistanekî dikin, qebûl nakin; muracaata pasaportê dikin, nadin wan; derketina derveyî welat li wan qedexe dikin. Gelekî  ji wan kesan,  ji ber van sedeman ji kar hatine avêtin. Wek Makyavelî gotîye; heger tu bavê yekî bikujî, piştî demekî dirêj wê jibîr bike. Lê dema tu malê yekî ji destî wî bigrî wê tu car jibîr neke. Belkî gelek Kurdên welatparêz ji tehdîta girtin û îşkence û kuştinê netirsîyane, lê ji ber sedemên aborî hewceyê kesekî din nebin, sistayî kirine.

Ji ber van sedemên ku min li jor îzah kir, îro Bakur bêdeng e.

Dewlet dixwaze dengê me bibire. Dixwaze ku em li hember kolonyalîzma wan, barbarîya wan, nemirovatîya wan bêdeng bimînin. Di vê dema ku Rojhilata Navîn dikele de, Kurd di berbanga guhertinên mezin da ne, dixwazin em qels bin, bê rêxistin bin.

Bêdengî mirin e. Divê tevgera bakurê Kurdistanê ji bo ji vê zaboqa teng bifilite rêyekê bibîne. Em îro, demeke nêzîk, navîn û dûr û dirêj çi bikin? Ew jî mijara nivîseke din e.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin