Parlementerê CHPê: Sivikatîkirina li Ala Kurdistanê nayê qebûlkirin

Parlementerê CHPê: Sivikatîkirina li Ala Kurdistanê nayê qebûlkirin

Parlementerê Partiya Komarî ya Gel (CHP) li hember sivikatîkirina Ala Kurdistanê ragihand: “Sivikatîkirina li alayekê, dijminatiya aştiya civakî ye û nayê qebûlkirin.”

A+A-

Selçuk Kiliçarslan, Serokê Bajarê Sakaryayê yê Partiya ÎYÎ li ser hesabê xwe yê Twitterê, wêneya li ser maseya Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê ya roja pêşwazîkirina Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê belav kir û got: “Di xwarinê de çi hebû wezîr beg, şorbeya potikê?”

Li ser vê yekê, Sezgin Tanrikulu, Parlementerê Partiya Komarî ya Gel (CHP) li ser hesabê xwe yê Twitterê, Ala Kurdistanê parve kir û li hember vê gotina Selçuk Kiliçarslan bertek nîşan da.

Sezgin Tanrikulu diyar kir: “Ev ala ku hinekan gotine potik, alaya fermî ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ye ku di destûra Iraqê de hatiye pênasekirin. Ala, rûmeta hemû gel û welatiyan e ku di bin wê alayê de dijîn. Sivikatîkirina li alayekê, dijminatiya aştiya civakî ye û nayê qebûlkirin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin